Tosûn ê ji Roboskî: Têkoşîna me ya ji bo edaletê wê dewam bike

Zekî Tosûn, ku di komkujiya Roboskî de kurê wî hate qetilkirin, têkildarî helwesta dadgeriyê ya li ser dosyayê axivî û got, "Dixwazin me bêdeng bikin, lê belê em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam bikin."

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, di 28'ê Kanûna 2011'an de ji ber bombardûmana balafirên şer ên F-16 ên dewleta Tirk 34 ciwan û zarokên Roboskî jiyana xwe ji dest dan. Di ser vê komkujiyê re 9 sal derbas bûn, lê hîn gavek nehatiye avêtin. Polîtîkaya bêcezahiştinê ya dewletê, weke faktorê sereke yê vê dosyayê tê dîtin.

Zekî tosûn ku di komkujiyê de kurê wî Mehmet Alî Tosûn jiyana xwe ji dest da, li ser pêvajoya hiqûqî ya dosyayê ji ANF'ê re axivî.

'EDALETA JI BO ROBOSKÎ EDALETA JI BO GELÊ KURD E'

Tosûn diyar kir ku ew jî pêvajoya hiqûqî dişopînin û anî ziman ku ji ber berpirsyariya baroyan ên bi dosyayê re eleqedar dibin, serlêdana li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nehate nirxandin. Tosûn diyar kir ku eger parêzeran dosyayên kêm temam kiribûna dibe ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke bi vî rengî nedabûya û destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî wê têkoşîna xwe ya hiqûqî dewam bikin.

Tosûn got, "Me serî li Neteweyên Yekbûyî dan. Ji bo mafê xwe em ê serî li her rê û rêbazê bidin" û wiha dewam kir, "Ji ber ku zilm nema ku li me nehate kirin. Parêzerên me pêvajoyeke nû dan destpêkirin, lê belê zêdeyî sal û nîveke li Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê dosyaya me aliqî ye. Ji xwe di lêgerîna heyî ya edaletê de weke şexs ti hêviya min nemaye. Lê belê bêguman em dixwazin ku edalet bi cih bê anîn. Eger ji bo Roboskî edalet bi cih were anîn, wê derî li cezakirina hemû neheqiyên li gelê Kurd hatine kirin bê vekirin."

'KESÎ SOZÊN DAN ME BI CIH NEANÎN'

Tosûn got, "Ji ber ku me daxwaza edaletê kir, doz nema ku li me nehate vekirin. Tenê li hemberî min 4 dosya hatine amadekirin. Li hemberî piraniya gundiyên me doz hîn jî dewam dikin. Hewl didin me bêdeng bikin. Yanî dixwazin ku li Roboskî bêdengî, ker û nêzîkatiyeke netêgihiştî hebe. Ji xwe heta niha kesî sozên ku dane bi cih neanîne. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Qet nebe ji bo sozên ji me re hatine dayin bi cih bên anîn em ê dema bê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam bikin."