Tolhildan Zîlan: Rêber Apo ji bo ciwanan xeta sor e

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Tolhildan Zîlan ragihand: “Her cûre gef û zexta li ser Rêber Apo wê bê bersiv nemîne. Eger jiyana Rêberê me bi xeteriyê re rû bi rû bimîne, wê kûrahiya stratejîk a Tirkiyê bikeve armanca me.”

Endamê Koordînasyona KCR’ê Tolhildan Zîlan di hevpeyvînek ya bi ANF’ê re rewş û bûyerên dawî yên li Îmralî û metirsiyên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.


Zîlan di destpêka nirxandinên xwe yên derbarê bûyerên dawî yên li Îmraliyê de got: “Nûçeyên di derbarê rewşa tendirustiya Rêber Apo de di medyayên dîjîtal û ragihandinên dewleta Tirk de hatine parvekirin. Her kes dizane ku dewleta Tirk a dagirker li Garê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi binketineke mezin re rû bi rû hat. Dewleta Tirk a faşîst tenê ji aliyê leşkerî ve bin neket, belku ji aliyê siyasî, aborî û dîplomatîk ve jî derbên giran xwariye. Ji ber wê dewleta Tirk Rêber Apo dike armanc.”

Zîlan di dewama axaftinên xwe de da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor e û wiha domand: “Rêber Apo xeta me ya sor e. Dagirkerên Kurdistanê û komploger baş bizanin ku Rêber Apo ji bo ciwanan, gelê Kurd û azadîxwazan xeta sore. Ji ber wê her cûre gef û zexta li ser wî wê bê bersiv nemîne. Divê her kes bizane ku bê Rêbertî jiyan ne pêkane. Lewre niha dagirker û hêzên hegemonîk li Kurdistanê bi binketinê re rû bi rû dimînin û azadîxwaz û gelê Kurd ji daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêzîktir dibe.”

Zîlan her wiha îşare bi mezinkirina têkoşînê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pêde çû: “Perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan emr û fermanin. Ji ber wê hebûna ciwanan girêdayî jiyana Rêber Apo ye. Di vê çarçoveyê de eger jiyana Rêberê me ji her alî ve bi xeteriyê re rû bi rû bimîne, kûrahiya stratejîk a Tirkiyê wê bibe hedefa me.”

Tolhiladan Zîlan di beşek din a nirxandinên xwe de anî ziman ku heya niha gelek caran derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotegot hatiye belavkirin û jiyana wî xistine metirsiyê. Zîlan got, “Armanca wan ji vê siyasetê normalkirina her cûre xetere û zexta li ser jiyana Rêber Apo ji bo gelê Kurd û azadîxwazan e. Di vê çarçoveyê de divê nekevîn xefika wan siyasetan û wan agahiyan wek mijarekî normal negirîn dest. Pêwîste bersivekî hişk û di cih de bê dayîn. Her wiha ciwan divê ji ti rêxistin û dewletekê daxwaza azadiya Rêber Apo neke.”

Zîlan di dawiya nirxandinên xwe de bang li hemû ciwanan bi taybetî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku heya agahiyek zelal ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê standin divê li ser pêyan be û nesekine. Zîlan wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Pêwîste heya agahiyeke zelal ji rewşa tendirustiya Rêber Apo û çawatiya bûyerên wê dawiyê neyê bi destxistin, divê tu azadîxwaz û ciwanek ne sekine û dengê nerazîbûna xwe li hemû kolananan nîşan bide. Pêwîste ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi ruhê berxwedan û têkoşîna 1999’an rabin ser pêyan û dakevin kolanan. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya azadiya hemû gelan, azadîxwaz û ciwanan.”