Tokay ê di êrîşa nîjatperest a AKP-MHP’ê de hate qetilkirin spartin axê

Cenazeyê Ozkan Tokay ê di êrîşa nîjatperest a AKP’î-MHP’iyan de li Afoynê hate qetilkirin spartin axê. rê nehate dayîn ku HDP’î tevlî merasîma cenaze bibin.

Cenazeyê karkerê Kurd Ozkan Tokay ê di êrîşa bi çek a nîjaterest a AKP’î-MHP’iyan de li Afyonê jiyana xwe ji dest da li warê wî Ercîş a Wanê spartin ax. Cenazeyê Tkay di saetên sibê de ji Balafirgeha Wanê hate girtin ber bi navçeya Erdîşê ve ketin rê. Girseya gel ên ku ji bo tevlî merasîma cenazeyê Tokay ê ku wê li goristana malbatê ya li Taxa Çelebîbag bê veşartin kom bûn, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Merasîma ku wê Waliyê Wanê Mehmet Emîn bîlmez jî tevlî bibe, bi saetan ferdên malbata Tokay rê nedan ku bikevin goristanê.

Her wiha leşkeran rê nedan ku Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û endamên partiyê ku xwestin tevlî merasîmê bibin asteng kirin. Li ser vê demek kurt alozî rû da. Her wiha rê nate dayîn ku nûçegihanên Mezopotamya û Jinnewsê yên ku cenaze dişopandin jî.

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê rê nedan ku bikevin goristanê axivî û diyar kir ku Tokay ji ber ku Kurd bû hate qetilkirin.

Sarisaç diyar kir ku divê em yekîtiya Kurdî çêbikin û got: “Wê yekîtiya Kurdan li çar parçeyan pêk bê. Wê demê ji ber ku Kurdî axiviye wê tu kes neyê kuştin.”