TOKÎ avahiyên welatiyan difiroşe wan

Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) ya ser bi Serokwezaretiya Tirk, avahiyên ku ji erdhejzedeyên Wanê standibû ji nû ve difiroşe wan.

Avahiyên ku piştî erdhejea 2011'an a li Wanê bi 35 hezar TL'yî ji bo erdhejzedeyan hatibûn çêkirin, bi 85 hezar TL'yî hatibûn firotin. Piştî teslîmiyata avahiyan, bi hezaran kesî nekarî deynê TOKÎ bidin, ji ber vê yekê ketibûn ber îcrayê. TOKÎ dest danîbû ser piraniya avahiyên welatiyan û niha jî van avahiyên desteserkirî ji nû ve difiroşe welatiyan. TOKÎ wê di 30'ê Nîsanê de dest bi firotina avahiyan bike.

Ji ber du erdhejên mezin ên li navenda Wanê û navçeya Erdîşê 644 kes miribûn, zêdeyî 4 hezar kes jî birîndar bûbûn. Bi hezaran xanî xera bûbûn û xisar li deh hezaran bûbû. Ji ber erdhejê welatî di serma zivistanê de li binê konan man. Di serî de alîkariya ji aliyê gelê Kurd ve hate komkirin, ji çar aliyên cîhanê alîkarî ji bo erdhejzedeyên li Wanê hatin şandin. Lê belê AKP'ê ev alîkarî belav nekir. Bi alîkariya hate şandin re avahiyên ku buhayê wan 35 hezar TL ye çêkir û rabû ev avahî bi 85 hezar TL'yî firot erdhejzedeyan.

Beşekji avahiyên TOKÎ ji welatiyên ku xaniyên wan xera bûn re hatin dayin, yên mayî jî hatin kirêkirin. Bi hezaran kesên ku nêzî 7 sal in li avahiyên TOKÎ bi cih bûne, ji ber deynê ku dewletê li ser wan ferz kiriye ketine ber îcrayê. Beşek ji mir
ovên bi kirê ketine avahiyên dewleta Tirk, ji ber ku nekarîn deynê xwe bidin dewletê dest danîn ser avahiyan. Avahiyên ku ji aliyê dewletê ve hatine desteserkirin ji nû ve li welatiyan tên firotin. TOKÎ'yê ji avahiyên piştî erdheja 2011'an çêkirî 61 li Artemêtanê, 4 jî li Kalecîkê difiroşe.

Di daxuyaniya TOKÎ de diyar kir ku pişka ji bo vê yekê wê 4'ê Gulanê roja Înê bê avêtin û hate gotin, "Ji bo her herêmê, bi qasî hejmara avahiyan wê kesên avahiyan bikirin û yên cîgir bên diyarkirin. Eger hejmara serlêdêran ji hejmara avahiyên bên firotin kêmtir be, wê pişk neyê avêtin."