TJK-E roja Kobanê pîroz kir: Azadî ne xeyal e

TJK-E, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û rola jinan a di serketinê de silav kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û dewletên piştevanên wan re li Kobanê mirovahiyê ji berxwedaneke bêhempa re şahidî kiriye û hat gotin, "Bi sedan şoreşgerên enternasyonalîst cihê xwe di vê berxwedanê de girtin û bi dehan ji wan şehîd bûn. Mirovahî bi hev re xwedî li axa ku Arîn Mîrkanan canê xwe di ber de dan, derketin."

TJK-E diyar kir, ku Kobanê li dijî tarîtiyê bû sembola ronahiyê, li dijî koledariyê bû azadî, li dijî teslîmiyetê bû berxwedan û destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê nîşanî tevahiya cîhanê û mirovahiyê daye ku cîhaneke adîl, wekhev, azad û bedew, ne tenê xewn û xeyal e.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Destketiyên ku gelê Kurd bi dayina berdêlên giran bi dest xist, zîhniyeta DAIŞ'ê û dîktatoriya AKP/Qesra Erdogan ku piştevanê herî mezin ê DAIŞ'ê ye dîn û har kirin. Dewleta Tirk a ku nekarî pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê me bigire, bi rengekî ne hiqûqî û derveyî mirovahiyê dest bi şidandina tecrîda li ser Rêberê me kir, ku afirînerê Şoreşa Rojava ye. Gelê me yê qedîm bi pêşengiya jinên Kurd li gelemperiya cîhanê bi taybetî li welatên Ewropayê bi çalakiyên xwe xwedî li Rêberê xwe derdikeve û li dijî hemû êrîşan bi zirxê ji pola li dora Rêberê xwe civiyaye."

'EM Ê BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'

TJK-E bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hemû şehîdên Şoreşa ROjava bi rêzdarî bi bîr anî û soz da ku wê ji bo pêkanîna îdealên ku şehîdan xwe di oxira wan feda kirine li her cihî têkoşînê geş bikin. Û em soz didin ku di çarçoveya şiyara 'azadî xeyal nîne' ku wan diyarî mirovahiyê kirine, di serî de bi jinan re bi her kesên jiyaneke mirovane û wekhev dixwazin re berxwedanê geş bikin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî", Bijî têkoşîna me ya azadiya jinê" qediya.