TJA'yê destgîrkirina berxwedêrên li Amedê şermezar kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber destgîrkirina berxwedêrên ku roja Yekşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, nerazîbûn nîşan da.

 

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP'ê roja Yekşemê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, lê polîsên Tirk doh avêtin ser avahiya HDP'ê ya ku çalakger lê bûn û ew destgîr kirin.

TJA'yê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û destgîrkirina çalakgeran şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji êrîşa li dijî vê çalakiyê heta dorpêçkirina avahiyên partiya me, eşkere dibe ku faşîzm çiqasî ji berxwedana bi pêşengiya jinê ditirse. Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê bi destgîrkirin, girtin û zextê ti carî nikare bê astengkirin. Têkoşîna me wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome."

TJA'yê ragihand, bidawîkirina tecrîdê wê were wê wateyê ku yek ji astengiyên li pêşiya hêviya jiyana bi hev re û esareta civakî ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin.

Di daxuyaniyê de bang li aştîxwazan bi taybetî jinan hate kirin ku li dijî êrîşên faşîzan li ber xwe bidin û bi biryardariya serketinê piştgiriyê bidin Leyla Guven û berxwedêran hemûyan.