TJA û ÎHD'ê dijî qirkirina siyasî helwest nîşan dan

TJA û ÎHD'ê operasyona qirkirina siyasî ya îroa şemezar kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) berdevka demê Ayşe Gokkan jî di nav de destgîrkirina 15 kesan bi nivîskî şermezar kir û diyar kir zexta li ser Gokkan polîtîkayên bi dijminatiya jinê ya AKP'ê destnîşan dike.

TJA'yê got heta niha wan serê xwe li ber AKP-MHP'ê netewandiye û ji niha û pê de jî serê xwe li ber polîtîkayên bi dijminatiya jinê natewînin. TJA'yê got,, ''Ên ku li hêviyê ne ku têkoşîna me ya azadiya jinê wê rawestînin pir şaş dibin. Destgîrkirin û girtin nikare jinan bêdeng bike, hûn nikarin têkoşîna me ya jinan rawestînin.''

TJA'yê got, ''Kuçe yên me ne, têkoşîn jî ya me'' û xwest ku destgîrkirî demildest bêne berdan.

ÎHD'ê jî li ser girtina Hevserokên Bajêr ên HDP'ê yên Amedê û yên Yenîşehîrê daxuyanî da û diyar kir AKP hewl dide krîmînalîze bike û zextên sîstematîk li ser HDP'ê dike.

ÎHD'ê xwest ku hevserokên HDP'ê demildest werin berdan.