TJA: Budçeya şer sedema mirinê ye

TJA'yê diyar kir, "Budçeya ku dewlet li şûna tenduristiyê ji şer re vediqetîne, dibe sedema mirina bi hezaran mirovî" û xwest, girtî ji ber vîrûsa Koronayê bên berdan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê bal kişand ser şewba vîrûsa Koronayê û diyar kir, "Budçeyên ku dewlet li şûna tenduristiya gel ji şer re tên veqetandin, bêtedbîrî û veşartina rastiya vîrûsê bûn sedem ku pirsgirêkên girantir rû bidin û bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan."

TJA'yê ragihand, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tecrîdkirî ye mehkûmên li girtîgehan li hemberî vîrûsê bêparastin in, lewma divê tavilê bên berdan.