Tîryakî: Desthilatdarî wê berdêla vê yekê bide

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Tîryakî diyar kir, hewldana ji bo sûdwergirtina ji şewbê û bêdengkirina mûxalîfan li exlaqê siyasî û însanî nayê û destnîşan kir ku desthilatdarî wê berdêla vê yekê bide.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser paketa ji 200 milyar lîreyî ya ku bi navê piştgiriya aboriyê ya li dijî şewbê hate eşkerekirin.

Tîryakî diyar kir ku piraniya vê paketê pêşkêşî komên sermayeyê hatiye kirin û ji karker, kedkar û xizanan re hema bêjin tiştek nemaye.

Tîryakî anî ziman, di demekê de ku buhayê warîleke petrolê daketiye 10 dolarî, li Tirkiyeyê hîn jî buhayê benzîn û motorînê 5.50 TL ye, 60 ji sedî yê vê yekê bac e û got, hilberîner, cotkar û kedkar nehatine destesekirin.

Parlamenter Tîryakî destnîşan kir, mijara herî girîng ew e ku bi milyonan mirovên li dijî sîstemê, yên xizan, karker, kedkar û ji ewlehiya tenduristiyê bêpar, wê li dijî vê yekê çi bikin û got, "Bi dîtina min gotina diyarker 'piştevanî' ye. Beriya her tiştî divê tevnên piştevaniyê bên danîn û mezinkirin. Her wiha li dijî xebitandina neewle divê rêxistinên karkeran bên mezinkirin."

'HDP BÊNAVBER DIXEBITE'

Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir, ku li gel hûnadina tevnên piştevaniya civakî yên li dijî şewbê û kampanya xwedîderketina malbatan a li hev, wan dest bi karên cudatir jî kirine û got, "Em hewl didin vê yekê pêk bînin. Di navbera bi deh hezaran malbatî de me têkilî danîn. Em kampanya xwedîderketina malbatan a li hev dimeşînin. Ji bo rawestandina kar a ji bilî deverên mecbûrî me li her qadê kampanya meşand. Her wiha kargehên ku di nava şert û mercên neyînî de dixebitin jî me ew der teşhîr kirin. Bêguman ev karê me bi rengekî bênavber didome."

'HEWL DIDIN ŞEWBÊ JÎ JI BO XWE WEKE FIRSENDEKÊ BI KAR BÎNIN'

Tîryakî anî ziman ku AKP-MHP hewl didin şewbê jî ji bo xwe weke firsendekê bi kar bînin û got, "Li hundir û derveyî welat polîtîkayên êrişkariyê dimeşîne. Ji bo rejîma yek şexsî xurtir bikin meheke meclîs xistine betlaneyê. Paketa înfazê ku di şert û mercên asayî de kesî qebûl nedikir, bi bahaneya şewbê li meclîsê dan qebûlkirin. Dest danîn ser şaredariyên me û qeyûm tayîn kirin. Kampanyayên alîkariyê yên şaredariyan qedexe dikin, dest datînin ser pereyên hatine komkirin. Êrişê dibin ser goristanan."

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Tîryakî diyar kir, hewldana ji bo sûdwergirtina ji şewbê û bêdengkirina mûxalîfan li exlaqê siyasî û însanî nayê û destnîşan kir ku desthilatdarî wê berdêla vê yekê bide.