Tirsa AKP'ê ya ji dengê NA: Li agiriyê cihê sindoqan guhertin

Li navçeyên Agirî beriya referandûmê bi 5 rojan cihê sindoqan hatin guhertin.

Li navçeyên Patnos û Avkevirê yên Agiriyê beriya referandûmê bi çend rojan cihê sindoqan guhertin. Sendoq biçin gundên Tanyolu û Yankaya yên Avkevirê, li Patnosê jî sindoqên 21 taxan li 10 taxan kirin yek.

Endamê Desteya Navendî ya HDP’ê Metîn Bîngol diyar kir, ku ji desteka gel a di xebatên referadûmê de ditirsin û got: "Di xebatên xwe yên mal û esnafan de me dît ku gel li sendoqan xwedî derdikeve. Gel pê dizane ku wê dengên xwe ji bo siberoja xwe bidin. Gel dizane bê ka çima dibêje ‘na’ Hemû endamên me yên sendoqê amade ne. Em jî û gel jî em ê biçin ser sendoqan û dengê xwe yê ‘NA’yê diyar bikin."

BANGA LI GELÊN TIRKIYEYÊ

Bîngol bi domdarî got: "Em Kurd ji gelek qonaxên dijwar derbas bûn. Ziman, nasnameya me hatiye înkarkirin. Me gelek êş dîtin. Li dijî van tiştên ku me dikin bêdeng nemîn. Bêdeng nemînin da ku dor neyê we. Tişta ku em jiyan hûn nejîn. Ji bo ku hûn van êşan nejîn em têdikoşin. Em bang li we dikin ku hûn jî bibêjin, NA."