Tirkiye wê dîroka 12 hezar salan ji holê rake

Nerazîbûna gel a li hemberî hewldanên kujer û talanker ên AKP'ê yên li Heskîfê zêde dibe. Şêniyên herêmê bi bîr dixînin, ku AKP dixwaze bi tinekirina nirxê 12 hezar salî re mirovên bi xwezayê re dijiyan, li nava betonan bike girtî.

Navçeya Heskîf a Êlihê, yek ji wargehên herî kevn ên cîhanê ye, ku dîroka xwe bi hezaran salî ye û malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Heskîf, ku di herikîna dîrokê de bi gelek navan hatiye bîranîn, şopên her şaristaniyên ku jê re malovanî kiriye, lê hene. Li vî bajarê kevnare, 550 qadên arkeolojîk hene. Bi salane bi çêkirina bendava Ilisûyê gef lê tê xwarin. Di rojên dawî de, ji bo benda li dora Kelehê çêbikin, tehtê li derdorê bi dînamîtan hatin teqandin. Hikumeta AKP'ê, di çarçoveya polîtîkayên xwe yên rantê û qirker de Heskîfê timî dike hedef.

'ÊRÎŞ LI BÎR Û HIŞÊ JIYANA 12 HEZAR SALÎ TÊ KIRIN'

Li Heskîfa ku wê bi Bendava Ilisûyê re di nava avê de bimîne, bîr û hişê jiyana 12 hezar salî dibe hedef. Bi navê "Projeya dagirtin û xurtkirinê" hê jî teht ji zinarên li vê qada dîrokê tên teqandin. Ev tehtên qewîn ên bi hezaran salan ji cihê xwe neketin, bi rêya dînamîtan hatin xistin. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. 

Tê gotin, ku ji bo "projeya dagirtin û xurtkirinê" 270 trîlyon hatine xerckirin. Her wiha tê gotin, ku ji bo karên din ên li Heskîfê ji bo bendavê hatine kirin, bi hezaran trîlyonî hatiye xerckirin. Şêniyên Heskîfê her wiha dibêjin, ku li cihê dixwazin wan bişînin, paşeroja wan nediyar e.

'PEREYÊ LÊ HATIYE XERCKIRIN, NE HEWCE YE'

Şêniyên Heskîfê destnîşan dikin, ku divê berhemên dîrokî li şûna xwe bin. Heskîfiyan anîn ziman ku ji bo projeya Bendava Ilisûyê bi trîlyonan hatine xerckirin û gotin, "Berhemên dîrokî yên ji şûna xwe radikin, dibin muzeyeke jê re dibêjin 'Heskîfa Nû'. Dibêjin ji bo wê muzeyê 350 mîlyon TL, ji bo karên Heskîfa Nû jî 2 mîlyar 750 mîlyon TL hatiye xerckirin. Ji bilî vê, tê gotin ku ji bo temamiya karên Bendava Ilisûyê bi mîlyaran, bi trîlyonan xerc kirine. Û vî pereyî tenê ji bo hilberîna enerjiyek ji bo 50-60 salî dikin."

'DIXWAZIN MIROVAN BIXIN NAVA BETON'

Şêniyên Heskîfê anîn ziman, ku ew naxwazin ji cih û warên xwe biçin TOKI'yan û destnîşan kirin, ku mirovên hînî jiyana li çiyê û xwezayê bûne, wê li TOKI'yan gelekî zehmetiyan bikişînin. Şêniyên herêmê diyar kirin, ku li vê derê bexçe û jiyana her kesî heye û gotin, "Dixwzin mirovên li vir di nava xwezayê de dijîn bixin nava betonan. Ev yek wê rê li ber gelek pirsgirêkan veke. Me ji ax û mala me dikin. Hem jî neçar dihêlin ku li cihekî em bi jiyana wê nizanin, bijîn. Em ê neçar bên hiştin ku gorên xizmên xwe yên ev erd û xanî ji me re hiştine bibin 'Heskîfa Nû'."

'HÊVIYA ME WÊ NEQEDE'

Şêniyên Heskîfê destnîşan kirin, ku ji ber nêzîkatiya dewletê ya li Heskîfê, 60 sal in ew di nava rewşeke nediyar de jiyane û wiha dewam kirin: "Em dixwazin ji vê rewşa ne diyar rizgar bibin. Em hemû dibêjin, êdî çi dibe bila bibe, em ji vê rizgar bibin. Nediyarî travmaya herî giran a mirovan e." Şêniyên Heskîfê ragihandin, ku ji bo betalkirina bendavê hêviya wan heye û ev hêviya wan wê qet neqede.