'Tirkiye ji bo bihêzkirina aboriya xwe sûdê ji DAÎŞ’ê digire'

Çavdêrê Siyasî û Şarezayê kar û barê Leşkerî Şêrzad Semed derbarê liv û tevgerên komên çete li herêmê hişyar kir û got: “Eger valatiya ewlehiyê ya li navçeyên bi nakok bidome, wê komên çete geş bibin."

Tevî ku di meha Çile ya 2017’an de Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû ku wan DAÎŞ têk biriye, lê hê jî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê li giştî Iraq û navçeyên Kurdistanê bi taybetî herêmê bi domdarî êrişan pêk tînin.

Liv û tevgera DAÎŞ’ê ya di êrişên li ser xelkê û cotkaran û wergirtina xeracê de, zêdebûna êrişên wan di van 4 sal û nîvan de ji ber valahiya ewlehiyê ya li navçeyên bi nakok e. DAÎŞ’ê li navçeyên Kurdistanî û ji derveyî herêma Kurdistanê (navçeyên bi nakok) nêzî 5 hezar êriş pêk aniye.

Li gorî bîlançoyên hatin weşandin di nava 4 salên bihorî de ango piştî rûxîna 'xîlafeta DAÎŞ'ê heya niha êrişên wê nesekinîn, zêdetirî 4 hezar û 800 car êriş pêk aniye û piraniya wan jî li Kerkûk, Diyale û Selahedînê pêk hatine.

'JI ALIYÊ KOMA NAV DESTHILATA SIYASÎ VE PIŞTEVANIYA WAN TÊ KIRIN'

Çavdêrê Siyasî û Şarezayê kar û barên Leşkerî Şêrzad Semed têkildarê sedema derketina berdewam a komên çekdar ên tundrew li Iraqê piştî rûxandina rejîma Baasê ji ANF’ê re axivî û got, "Destpêka derketina koma terorîstî ya DAÎŞ’ê werdigere ne arambûna navçeyê, bi taybetî li Sûriye û Iraqê. Di domdarî dema rewşa welatekê ber bi ne aramiyê û pevçûnên siyasî, netewî û eşîrî ve diçe komên çekdar derdikevin. Li gorî nêrîna min ew komên çekdar ên berdewam li Iraqê derdikevin, ji aliyê koma nav desthilata siyasî ve piştewaniya wan tê kirin.”

'JI BO PAŞEROJA GIŞTÎ YA IRAQÊ NÎŞANEYEKE METIRSÎDARE'

Semed her wiha bal kişande ser zêdebûna êrişên DAÎŞ’ê yên di dema dawî de û diyarkir: “Di dema bihorî de bi alîkariya hevpeymaniya navdewletî ve liv û tevgerên çekdarên DAÎŞ’ê hat kontrolkirin, lê piştî vekişîna beşek zêde ji hêzên hevpeymanê, çekdarên DAÎŞ’ê bi rengê komên biçûk dest bi şerê partîzanî kirine. Tune nebûna vî hêza terorîstî ji bo pêşeroja giştî Iraqê nîşeneyeke metirsîdar e. Pêwîste hemû kesayet û rayedarên siyasî bihizirn ku ger pirsgirêkên navxweyî yên welat çareser nekin wê alternatîfa pirsgirêkan berfirehbûyîna komên terorîstî be.”

'WÊ HEMAN SENARYOYA EFGANISTANÊ LI IRAQÊ JÎ DUBARE BIBE'

Şêrzad Semed di berdewamiya axaftinên xwe de îşaret bi metirsiyên li ser rewşa Iraqê ya niha ku bidome kir û wiha pêde çû: “Pêwîste Iraq sûdê ji ezmûna Efganistanê bigire, me bi çavên xwe dît ku di encama desthilatdariya desthilateke xirab û gendel de em dikarin bêjin ku gendeliya li Iraqê mîna ya li Efganistanê ye, ji lewre li gorî pêşbîniyên çavdêrên siyasî û pisporên leşkerî eger rewşa Iraqê ber bi çareseriyeke baş gav neavêje, hikumeteke baş li vî welatî neyê avakirin û hêzên siyasî lihev nekin, vê demê wê heman senaryoya Efganistanê li Iraqê jî dubare bibe. Niha beşek ji milîsên çekdar li meydana Iraqê ne û hilbijartina çêbûyî qebûl nakin û ew jî metirsiya rûdana pevçûnên leşkerî bi xwe re wê bîne.”

'TIRKIYE PIŞTEVANÊ YEKEM Ê DAÎŞ'Ê YE'

Semed her wiha behsa têkiliyên di navbera Tirkiye û çeteyên DAÎŞ’ê kir û ragihand: “Pir eşkereye ku Tirkiye piştewanê yekem ê DAÎŞ’ê ye û heya niha piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ’ê didomîne. Tirkiye ji bo bihêzkirina aboriya xwe sûdê ji DAÎŞ’ê digire. Tirkiye bi hêviya ku li Sûriyê 9 navendên petrolî û li Iraqê jî çend navendên petrolê di bin destê rêxistina DAÎŞ’ê de ye ku tenê Tirkiye ji vê petrolê sûdmend bû.”

PARTIYEKE SIYASÎ YÊ KURD JÎ JI VÊ REWŞA NEBAŞ YA DAÎŞ’Ê ÇÊKIRÎ SÛDMEND BÛYE

Çavdêrê siyasî Şêrzad Semed bal kişande ser hêz û aliyên li Iraqê ku ji DAÎŞ’ê sûdmend dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şerê siyasî yên herêmê eşkere bû ku dewleta Qeter û Tirkiye ji aliyê darayî û aliyên din ve piştgiriya rêxistina terorîstî ya DAÎŞ’ê kirine, hin aliyên din ên Erebe ên Sûnî û partiyeke siyasî yê Kurd jî ji vê rewşa siyasî û aborî ya xirab ya ji ber DAÎŞ’ê li herêmê çêbûyî heya astekê sûdmend bûye."