Tirkiye dixwaze PDK'ê weke hêzeke kontra bi kar bîne!

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku Tirkiye li pey şer e û dixwaze PDK'ê jî weke hêzeke kontra bi kar bîne. Mûnzûr hişyarî da ku rewşeke bi vî rengî wê dawî li PDK'ê bîne.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Raperîn Mûnzûr ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku di rewşeke wiha de eger şer rû bide, wê ev yek nebe birakujî, wê bibe xweparastina Kurdan a li dijî êrişên komkujiyê û bang li mirovên bi rûmet kir ên bi navê PDK'ê pêşmergetiyê dikin, ku xwe ji van polîtîkayên nokeriyê vegirin û helwestê nîşan bidin.

'JIN DIVÊ LI HER QADÊ XWE BIPARÊZIN'

Mûnzûr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê yên li dijî jinan û got, "Komkujî, destavêtin, tundiya zayendî ya li dijî jinan û keçan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştine wê astê ku êdî weke bûyerekê nikarin bên nirxandin. Em vê yekê weke qirkirina jinê ya bi rêk û pêk pênase dikin. Polîtîkayeke dewletê ye. Di heman demê de pêwendiya xwe bi faşîzmê ve heye. Faşîzm, bi polîtîka û kiryarên xwe yên qirker herî zêde êrişî jinan dike. Hewl didin ku civaka Kurdistanê dejenere bikin, vê destavêtinê di destê mêr de veguherînin çandekê. Li dijî jin û zarokan siyaseteke şer dimeşînin ku bi rûmet, exlaq û paşeroja civakê dilîzin."

Raperîn Mûznzûr têkoşîna jinan a li dijî van êrişan jî bi bîr xist û got, "Em têkoşîn, biryardariya jinan a li dijî van êrişan silav dikin. Ev yek sekn û berxwedaneke mezin e li dijî faşîzmê. Di her çalakî û karî de jin li pêş in. Di kampanyayan de li pêş in. Pêwîstî bi têkoşîneke hevpar û çalak heye. Li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar a xwe dispêre berxwedanê, divê. Ji aliyê jinan ve mijara ku herî zêde divê bê nîqaşkirin mijara xweparastinê ye. Ji ber ku êrişeke giran, komkujî, kuştina jinan zêde bûye. Pêwîste jin li her qadê xwe biparêze."

'HÊZÊN KU ÊRIŞ DIKIN, NE PÊŞMERGE NE LÊ KONTRA NE'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr di dewama axaftina xwe de êrişên PDK'ê yên li ser qadên gerîla nirxand û got, "Êriş û dorpêçkirina li ser qadên gerîla zêde bûn. Ev êriş ji bo wê yekê tên kirin ku pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk vekin û rewatiya partiya me ya li Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Li gel nêzîkatiya bi sebir û berpirsyar a tevgera me jî tê dîtin ku di vê polîtîkayê de israr dikin. Eşkere ye ku di vê mijarê de wezîfeyek ji wan re hatiye dayin û ew jî di çarçoveya konseptekê de tevdigerin."

Raperîn Mûnzûr destnîşan kir ku hêzên berê xwe dane qadên gerîla û êrişî hêzên gerîla dikin, hêzên kontra yên taybet ên îstîxbaratê ne û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê divê ev hêz weke pêşmerge neyê dîtin. Navê 'Roj, Gulan hwd.' li wan kirine. Pêşmerge li vê xakê xwedî dîrokekê ye, xwedî rûmetekê ye, xwedî navekî ye. Lewma divê ji van hêzan re pêşmerge neyê gotin. Ev hêz, hêza kontra ya taybet e. Ji hêzên kontra yên di şerê dewleta Tirk de li dijî me hatine bikaranîn, ji wan rêxistinên ajan ti cudahiya wan nîne. Ji xwe nekarîn pêşmergeyên normal bişînin qadên gerîla. Pêşmergeyên bi rûmet li ber vê yekê rabûn. Ji ber vê yekê taktîkên dewleta Tirk diceribînin. Vî aqlî ji dewleta Tirk, ji faşîzma Erdogan digirin.

Dewleta Tirk ji bo şer biqewime, ji bo şer giran bibe, ciwanên Kurd, mirovên Kurd bikuje, bi rengekî sondxwarî dijminatiyê li Kurdan dike. Vê yekê li her parçeyî dike. Li qada navneteweyî û li qada herêmî jî li pey sorkirina şer e. Dîplomasiya wan, peymanên wan ên aboriyê, siyaset, îdeolojiya wan, her tiştên wan li ser dijminatiya li Kurdan e. Ji bo tunekirina têkoşîna Kurdan, hêzeke ku tawîz nedane wan nemaye. Hewl dide PDK'ê weke hêzeke kontra bi kar bîne. Divê PDK xwe nede bikaranîn. Ev yek wê bibe bidawîbûna PDK'ê. Ev yek ne li berjewendiya gelê me yê Başûr e, bi kêrî Kurdan nayê."

'PÊWÎSTÎ PÊ NÎNE KU SEBRÊ BIFÛRÎNIN'

Raperîn Mûnzûr bal kişand ser hewldana gel û hêzên siyasî yên Kurd, ji bo şerekî navxweyî rû nede û got, "Bi navê partiyê em bi berpirsyarî tevdigerin û li dijî êrişên PDK'ê, li dijî hevkariya wan a bi dewleta Tirk re em bi sebir tevdigerin. Çima? Ji bo gelê Kurd zerarê ji şerekî wiha nebîne. Ji bo kêfa dijminê me neyê, ji bo vê yekê nekin firsendek ji bo kuştina Kurdan. Lê belê sebir jî heta cihekî ye. Eger li dijî te êrişek hebe, hingî xweparastin jî refleksa herî xwezayî ye. Ji xwe em hêzeke parastina gelê xwe ne."

Mûnzûr diyar kir ku pozîsyona heyî ya PDK'ê ji bo Kurdan tê wateya xiyanet û nokeriyê û wiha dewam kir: "Tê gotin ku bila şerê birakujiyê nebe. Lê belê ji xwe li dijî me şer tê kirin. Em bersivê nadin. Em fîşekê nateqînin. Divê ev yek ji PDK'ê re bê gotin. We li dijî PKK'ê şer ragihandine. We li dijî gerîla şer ragihandine, her roj li zarokên herî bedew ên vî gelî didin. Hûn piştgiriya lojîstîk, îstîxbaratê û piştgiriya bi her awayî didin dewleta Tirk."

Mûnzûr got, "Lewma di şerê bi dewleta Tirk re, di rastiya şerê heyî de PDK bi rengekî eşkere bûye aliyek. Li dijî me şerekî dimeşînin. Divê teqez dest ji vê yekê berdin. Pêwîstî pê nînin ku sebra PKK'ê bifûrînin."

'ŞER NE LI BERJEWENDIYÊN BAŞÛR E'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî vê yekê xwedî li Başûr derkeve û got, "Divê li ber vê xiyanetê, li ber vê siyaseta nokeriyê rabin. Ji vê xiyanetê, nokeriyê û rijandina xwîna ciwanên Kurd serketin bi dest nakeve. Vî gelî serî li ber Saddam netewand."

Mûnzûr ev peyam da: "Divê PDK vê yekê zanibe ku siyaseta wan tê wateya qedandina Başûr, qedandina vî gelî. Mesele tenê êrişa li ser PKK'ê, êrişa li ser qadên gerîla nîne. Dewleta Tirk Başûr dagir dike. Vê yekê jî bi xwespartina li PDK'ê dike. Bi çend kîlometreyan ketiye nava xaka Başûr. Bi dehan qereqol çê kiriye, li her derê MÎT bi rêxistin kiriye. Bazara Başûr bi xwe jî xistine destê xwe. Bi rayedarên PDK'ê re li ser petrolê û gelek tiştên din bazar kiriye. Ji ber vê yekê gelê Başûr divê xaka xwe biparêze, li ber mêtingerî û dagirkeriyê rabe. Ji bo me gerîla û tevgerê, erk û wezîfe ye ku Başûr biparêzin. Gerîla ji bo vê bi rengê fedayî şer dike. Me bi hezaran şehîd dan ji bo parastina vê xakê. Dewleta Tirk û NATO bi qelskirina PKK'ê dixwazin vê parastinê ji holê rakin û atmosfereke welê biafirînin ku dest li Başûr werdin. Ji ber vê yekê êrişên li ser PKK'ê li berjewendiyên Başûr nayên, li berjewendiyên Iraqê nayên. Ne li gorî berjewendiyên gelê Başûr e. Dibe ku PDK li berjewendiyên xwe difikire, lê belê ev êriş ne li berjewendiya wan e.

Eger şerek rû bide ev yek wê nebe şerê birakujiyê. Wê bibe xweparastina li dijî xiyanetê, li dijî nokeriyê, li dijî komkujiya Kurdan. Mirovên bi rûmet ên ku bi navê PDK'ê pêşmergetiyê dikin divê xwe ji vê yekê vegirin û helwestê nîşan bidin. Mirovên bi navê Kurdîtiyê xwedî helwest û têkoşînê ne, divê helwestê nîşan bidin. Gelê Kurd, gelê me yê Başûr pêwîste bigihêje wê astê ku li gorî rastiya xwe û berjewendiyên xwe siyasetê bike, xwe bi rê ve bibe. Di vê mijarê de wezîfeya herî girîng dikeve ser milê gelê me yê Başûr ê welatparêz. Rabûna li ber xiyanet û nokeriyê wezîfeya wan a sereke ye. Divê nehêle ku statu, destketî û dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê ji derve re bên pêşkêşkirin, divê nehêlin ku xaka wan bê dagirkirin."