Tirkiye bi salane sivîlan dike hedef û qetil dike

Xelkê Binarê Qendîlê nerazîbûn nîşandan ku li Hewlêrê bi dehan berpirs li ser kuştina welatiyeke Tirk daxivin lê mixabin heta niha têkildarî bi dehan welatiyên sivîl ên li Qendîlê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve haitne şehîdkirin yek gotin nekirine.

Îro me berê xwe da gundê Zergelê ku sala 2015’an di encam bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de ku 7 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn. Niha jî rojan e, balafirên şer û keşfê yên Tirk li herêmê digerin û deverê bombe dikin. Hê jî nîşane û xirbeyên bomberdûmanên balafirên şer ên li herêmê diyar in.

Mihemed Salih Resûl ê ji gundê Borîskan e û malbata şehîdan e bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku sivîlan dike hedef û got: “Ji ber bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk li vir me 7 şehîd û 17 birîndar dane. Ji malbata min 5 şehîd û 12 birîndar bûne. Dewleta Tirk piştî ku me şehîd û birîndar hatin rakirin dîsa herêm bombe kirin. Niha jî gelek li herêmê balafirên şer û keşfê digerin û jiyana me pir zehmet bûye. Rojane herêmê bombe dikin.

Mihemed Resûl diyar kir ku li gorî raporên doxtor binkeya edlî ya Soran dayîn nehatiye diyarkirin ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirkiyeyê de sivîl şehîd bûne û wiha got: “Li gorî hinek seneryo û dîsa rêbazekê hinek bi encama qezaya trafîkê, hinek jî bi encama teqînekê diyarkiriye ku hatine şehîdkirin. Em vê yekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nakin ku rastiyan wiha binixûmîne. Li Kortekê 5 welatiyên me di encama bombeyên balafirên şer ên Tirkiyeyê de şehîd bûn. Mixabin ne kes lêpirsîn da destpêkirin û ne jî pêşî li bomberdûmanên dewleta Tirk girtin. Em li hermê di nava tirsê de dijîn. Em nikarin ne baxçe û ne jî çandiyê bikin, dîsa nedikarin ji ber tirsa balafiran lawiran xwedî bikin.”

Dema gera xwe ya li herêmê em rastî welatiyê bi navê Mihemed Emîn Xidir hatin ku yek ji kesên ku di bomberdûmana balafirên Tirk de birîndar bûye hatin. Di bomberdûmanên balafiran de kurek, du pismam û dayika wî jî şehîd bûne. Mihemed qala bomberdûma ku lê birîndar bûbû kir û got: “8’ê Çileya 2015’an em li mala bavê min bûn, balafirên şer bombe li me barandin. Balafiran wê demê ne tenê Gundê Zergelê hemû gundên Balayan, Kortek, Suredê, Beredê, Aşbûlke, Bolê yên Binarê Qendîlê bombe kir. Di van êrîşan de sivîl hemû bûn hedef û qurbanî. Armanca dewleta Tirk ne tenê PKK ye, xelkê sivîl û karker dikin hedef.”

Emîn Xidir bal kişand ser helwesta Herêma Kurdistanê û diyar kir ku bi dehan carî serdana aliyên peywendîdar kiriye ku balafirên şer ên Tirk herêmê bombe dike û sivîlan şehîd dikin. Resûl destnîşan kir ku hikûmet li ber êrîşan bêdeng ma û got: “Rewşa me pir zehmet e, em nikarin baxçeyên xwe çêbikin ji ber bomberdûmanê. Baxçeyên me hemû ji ber topbaranan şewitîn.”

Emîn Xidir rexeneyên tund li rêveber û berpirsyarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir û diyar kir ku rojane aliyên berpirs û rayedar li gel dewleta Tirk dicivin, lê mixabin rêz ji bo wan nagirin ku kurekî wî pêşmerge şehîd bûye ku hesabek ji bo wan nake û got: “Welatiyek Tirk li Hewlêr hate kuştin hemû rayedarên hikûmetê li ser axivîn, lê mixabin kes li ser bi dehan şehîdên  Binarê Qendîlê neaxivîn. Gelo ma ya me ne xwîn e, mafê me nîne?”

Jina bi navê Eyşê Nebî Xidir a ji gundê Bokrîskan ji ber balafirên şer ên Tirk gelek ferdên malbata wê şehîd bûne, da xuyakirin bi rojane balafirên şer û keşfê li herêmê digerin û dema xizmên wan diçin karê rojane bikin garantiya jiyana wan tine. Dayika Eyşê got: “Şevan balafirên şer li herêmê digerin û bombe dikin zarokên me nikarin razin ji tirsa. Dewleta Tirk ji sala 2008’an û vir ve herêma Binarê Qendîlê tim bombe dike. Ji ber bomberdûmanê 6 pismamê min şehîd bûye, 3 pismamên hevserê min keçeke ya dayika Emîne jî şehîd bûye. Bombe li malê hatibû barandin û tev mabûn dibin xirbeyan de. Piştî mehekê û şûnde hê jî parçeyên wan hatin dîtin ji bin xirbeyan. Heta niha têkildarî van bomberdûmanan ti aliyeke berpirs pirsa me nekiriye.”