'Tirkiye bi rêya koçberkirinê hewl dide demografiya navçeyê biguherîne'

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî işaret bi piştperdeya mijara koçberiyê kir û got, "Beşek ji koçberiyê wek helwesteke li dijî desthilatdarên Başûr e.''

Nivîskar, Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî li ser rewşa koçberên Kurd ên li Belarusê û sedemên koçberiyê, her wiha pîlanên guhertina demografiya Kurdistanê ya bi rêya koçberiyê ji ANF'ê re axivî.

Cûdî di destpêkê de destnîşan kir ku sîstema desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê asta krîzê derbas kiriye û gihîştiye rewşeke metirsîdar ku mirov dikare wê weke rewşa çiravê bi nav bike. Hesen Cûdî got, "Vê rewşê bandor li sîstema aborî, desthilatdarî û civakî kiriye û bi şêwazekê civak bi kaosê re rû bi rû kiriye. Sîstema li hemberî vê rewşê ne tenê bêçare ye, belku bi rengekî pir netirs çavê xwe li vê karesatê digire. Ji ber vê yekê civak jî weke helwest rêya kockirinê daye pêşiya xwe, ji ber ku koçkirin jî cûreyek helwest e. Her wiha ji ber ku desthilat di van 3 salan de pergala desthilatiyê û aborî kavil kiriye, têkiliyên civakî rizandiye û heybeta kesayetiya Kurd têkşkandiye, desthilatekî wisa ku zêdetirê 45 salan baregehên dewleta Tirk a dagirker aniye nav xaka Başûrê Kurdistanê, bi sedan çalakvan û rojnamevanên bê tawan xistiye quncê girtîgehan. Bê guman civak jî li hemberî van hemû zilmane bi şêwazekê nerazîbûna xwe nîşan dide."

Nivîskar, Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî bal kişande ser helwest û nerazîbûna civakê yên li hemberî desthilat û wiha pêde çû: "Di hilbijartinan de civakê ji sedî 18 tevlêbûna xwe daye çêkirin û ji niviyê zêdetir deng nedaye desthilat, di hilbijartinên berê de jî di mînaka referandomê de ji sedî 35’ê civakê tevlê hilbijartinê bû ku nîva vê rêjeyî jî dengê na bikar aniye. Ev hemû, encam û bertekin ku civaka me li hemberî sîstema desthilatdariyê wek helwestekê nîşan didin."

'KOÇBERKIRIN SIYASETA GUHERTINA DEMOGRAFIYAYA KURDISTANÊ YE'

Cûdî diyar kir ku beşek din ji koça ciwanan girêdayî siyaseta metirsîdar ya dewletên dagirker li pişt wê de nin e. Ev siyaset bi guhertina demografiyaya Kurdistanê re têkildar e ku bi taybetî Tirkiye li ser dixebite. Cûdî wiha nirxandinên xwe domand: "Koçberkirina ciwanan û guhertina demografyayê bi rengekî sîstematîk tê pêkanîn, Tirkiye bi alîkariya çend hêzên herêmê li ser vê yekê dixebite ku ciwana bide koçkirin û li şûna wan gelên din bi taybetî Erebên Sûnî bîne û li cihê Kurdan bi cih bike. Tirkiye ji bo vê armancê hin torên sîxurtî û qaçaxçiyan bikar tîne, ji bo ku pêl bi pêl ciwanan ber bi Ewropa bişîne û demograiyaya navçeyê biguherîne. Wate du rehendê koçkirina welatiya heye, ya yekem wek helwesteke li hember sîstema desthilatdariya li Başûr û ji aliyê din jî planeke derweyî ye ji bo guhertina demografyaya herêmê."

'WAN ÊN KOÇBER BÛNE JÎ WELATPARÊZ IN'

Hesen Cûdî derbarê gotinên wan kesên ku dibêjin ji ber ku gel baweriya wî bi niştîman nemaye lewma koç dike dibêje ku ne raste û berevajî vê yekê civaka Başûrê Kurdistanê welatparêze, ew ciwanên ku welat terikandine jî bi heman rengî welatparêzin û wiha dirêjî dide axaftinên xwe, "Ew kesên ku welat terikandine û koçber bûne, nayê vê wateyê ku ne welatparêzin, eger têgihîştineke wiha hebe ew şaş e, lê ji sedî 95’ê civaka Başûrê Kurdistanê ji desthilata Başûr nerazîn e. Ji ber ku desthilateke zalim, zordar, paşverû, bê edalet e, talankare û ketiye di bin xizmeta dagirkerên Kurdistanê. Ji ber vê yekê gel amade nîne ku di bin sîbera dagirkeriyê de bijî, lê eger vî xelkî koç nekiriba û li şûna vê xwe rêxistin bikira û li dijî desthilat bisekinîba baştir dibû. Lê pêwîste her kes têbigihîje ku ev koçkirin beşek e ji nerazîbûna gel li hemberî desthilatdarên Başûrê Kurdistanê, piraniya xelkê ku maye û koç nekiriye jî ji desthilat nerazî ne."

'NIRXÊ AXAFTINÊN DESTHILAT QIRÛŞEKE ŞEWITÎ JÎ NAKE'

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî îşaret bi senaryoyên şewitî yên desthilat kir û got; “Bi şêwazekî giştî li Başûrê Kurdistanê rewşeke trajedîk heye, desthilatdarên Başûr li şûna ku rastiyan bêjin û çereseriyekê ji rewşê re peyda bikin bi çêkirina senaryoyan ve mijûl in, lê nirxê axaftinên wan qirûşeke şewitî nî nake, kesek bi axaftinên wan ên vala bawer nake.”

'YEKÎTIYA EWROPA Û EMERÎKA LI HEMBERÎ KOÇKIRINA KURDAN TAWANBARIN'

Hesen Cûdî di dewama nirxandinên xwe de bal kişande ser rolê welatên rojavayî ya di koçberbûna Kurdan û ragihand: “Welatên Ewropa jî beşekin ji vê siyaseta koçberkirinê, ji ber ku 30 salin piştewaniya desthilatdariya zalim ya li Başûrê Kurdistanê dikin û çavê xwe li hemû binpêkirinên ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê li hemberî welatiyan pêk tînin digirin. Wate divê Yekîtiya Ewropa bizanin ku ew ji vê koçberiyê bi fikarin û divê li xwe bipirsin, ji ber ku di vê mijarê de ew bi xwe tawanbarin. Lewma pêwîste welatên rojavayî wek Emerîka û Ewropa bizanin ku heya piştewaniya desthilatdarên Herêmê bikin wê ev koçkirina ber bi Ewropa bidome, ji ber ku gel amade nîne di bin sîbera desthilateke zalim de bijî, lewma divê welatên rojavayî çevê xwe li binpêkirinên desthilata Başûrê Kurdistanê negire.”

'BELARÛS REWŞA ALOZ YA KURDAN WEKE KARTEKE ZEXTÊ LI DIJÎ YEKÎTIYA EWROPA BIKAR TÎNE'

Cûdî qala planê Belarûs ya bikar anîna rewşa nebaş ya Kurdan ji bo berjewendiyên xwe û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Belarûs para xwe di koçberkirina welatiyên Başûrê Kurdistanê de heye, ji ber ku rewşa aloz û nebaş ya Kurdan li hemberî welatên Yekîtiya Ewropa bikar tîne. Ev siyasetê Belarûs mîna siyasetê dewleta Tirk a dagirker ku rewşa aloz û xirab ya gelên herêmê li dijî Yekîtiya Ewropa bikar tîne ye, di wir de gel li daristanên sar ên sînorê di navbera Belarûs û Yekîtiya Ewropayê dibe qurbanî.”