'Tirkiye bi awayekî veşartî li Herêma Kurdistanê serweriyê dike'

Çavdêrê siyasî Felah Selah ragihand ku Tirkiye bi awayek veşartî li Herêma Kurdistanê serweriyê dike, bandorek mezin li ser biryarên herêmê heye. Selah got, Tirkiye bi wî awayî bandora xwe li ser peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de kiriye.

Çavdêrê Siyasî Felah Selah di derbarê guhertin û pêşketinên dawî yên Iraqê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê-Bexda û destwerdanên Tirkiye ya li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê de ji ANF’ê re nirxand.

‘PEYWENDIYÊN DI NAVBERA HERÊM-BEXDAYÊ DE DEMKÎ NE’

Çavdêrê siyasî Felah Selah, di destpêka axaftina xwe de îşaret bi peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir û got: “Çarçoveya peywendiyên giştî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de girêdayî destûrê ye. Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, desthilat peywendiyên Herêma Kurdistanê diyar kirine û ligel hikûmeta navendî ye. Lê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê, alozî di navbera peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derket. Ez niha dikarîm bêjin peywendiyên wan niha baş in, nexasim piştî çareserkirina pirsgirêkên butçe û mûçeyên karmendan, baş bûne.”

Selah destnîşakir ku piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û pêkanîna referandûmê, rola Hikûmeta Herêmê li Iraqê lewaz bûye wiha pêde çû: “Yek ji sedemê lewazbûna wê, rolê lidarxistina referandûmê ya wê demê bû. Niha hikûmetek nû çêbûye. Lê heta niha ew jî nehatiye avakirin. Sedema wê jî nakokiya di navbera partî û beşên siyasî yên Iraqê de ye. Ti aliyekê ji bo pêkanîna hikûmetê dengê pêwîst bi dest nexistiye. Niha Kurdan 68 kursî li Parlamentoya Iraqê heye. Ev jî wê nîşan dide ku rolek bi hêz hebe. Serokomarî û hinek wezaret hemû Kurd in. Lê ev nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bûne sedem ku li Bexdayê nebin xwedî projeyeke hevbeş. Lê belê di encamê de gelê Kurdistanê berdêla wê dide.”

‘HERÊM LI NAVXWE Û BEXDA BELAVE YE’

Çavdêrê siyasî Selah wiha domand: “Li gorî min derfetek baş derketiye holê. Heta niha pêngavên Adil Ebdulmehdî li hember Herêma Kurdistanê erênî ye. Divê em jî ligel vê gavan bavêjîn ku siyasetek hevbeş bi rê ve bibin û bernameya me hebe. Lê mixabin bernameya Herêma Kurdistanê ya navxweyî çiqas belave ye, bi heman awayî li Bexdayê jî belave ye. Pêwîst e di vê demê de bernameya Kurdan li Bexdayê yek be. Ji ber ku pêwîstiya Bexdayê li hemû Iraqê û herêmên bi nakok, bi pêşmerge û petrolê heye. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê rastiyê bizane ku em li Bexdayê ne piranî ne. Her wiha divê wê jî bibîne ku di hêla erdnîgariyê de rolekî me yê mezin heye. Divê kar ji bo wê yekê were kirin ku bi rêya destûrê mafê gelê Kurd bi cih bînin. Ji hemûyan zêdetir jî divê xala 140’î were bicihkirin û pirsgirêkên herêmên bi nakok çareser bike, bi taybetî yên Kerkûkê. Ji ber ku Kerkûk li Iraqê yekem bajar e ku bi leşkerî tê rêvebirin.

‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ VEŞARTÎ SERWERIYÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ DIKE’

Selah diyar kir ku hêzên derve li ser Herêma Kurdistanê serweriyê dikin û wiha domand; “Welatên derve destkarî dikin, bi taybet jî Tirkiye. Hêzên wan ne bi eşkereyî ne, bi awayek veşartî li pişt perdê serweriyê dike. Penahiya Tariq Haşimî ji Esîl Nuçêfî di demên borî de û waliyê Mûsilê Nufil Yaqub xwe spartibû serdestiya Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistanê. Di aiyê siyasî û aborî de Herêma Kurdistanê xistiye bin bandora xwe. Ev jî bûye sedem ku hêzên siyasî li herêmê nêzî Tirkiyê bibin û nikarin ji bin bandora wan derbikevin. Gel li Şêladizê li dijî komkujiyê xwepêşandan kirin. Lê Hikûmet û desthilatdar gel bi sûcê terorê sûcdar kir. Lê di rastiyê de yê terorê dike dewleta Tirk e ne Kurd e. Ev jî dibe sedema bê baweriya gel ya li hember hêzên siyasî yên Herêmê û ev jî dihêle ku encamên xirab derkevin holê.”

‘YBŞ’Ê GELÊ ŞENGALÊ JI DAÎŞ’Ê PARAST’

Li ser sorkirina şer ya Hikûmeta Iraqê ya li dijî Êzidiyên Şengalê û YBŞ’ê ya li aliyê Parlamenterê PDK’ê li Parlamentoya Iraqê jî Felah Selah wiha got; “Divê hişmendiya gelê Herêma Kurdistanê bi hêz be. 5 sal berî niha karesata Şengalê rû da. Me dît YBŞ’ê gelê Şengalê parast. Dema Kak Mesûd çû Şengalê bi rêya kê re çû? Divê parlamenterên PDK’ê vê pirsyarê ji xwe bikin, divê çavê xwe negrin.”

‘BILA BIÇIN BIPRISIN KÊ EW PARAST Û KÊ BI CIH HIŞTIN’

Felah Selah bi domdarî got: “Gel siyasetên bi vî awayî qebûl nake. Bila parlamenterên PDK’ê biçin Şengalê bi xwe ji gel pirs bikin û bila bêjin kê we parast û ku hûn li cih û warêb xwe man. Wê demê wê parlamenterên PDK’ê bersîva xwe bigrin. Hêza niha ya li Şengalê bi çi navî be bila bibe, taybet girêdayî gelê Şengalê ye, ne hêzekî derve ye û ne hêzekî biyanî ye. Hêzeke ku gelê Şengalê rewa dîtiye. Ji ber ku wê hêzê gelê Şengalê parastiye û divê gelê Şengalê biryara wê bide ka wê ev hêz li wê derê be yan hêzek din li wê derê be.”

‘DAXWAZÊN DEWLETA TIRK LI KERKÛKÊ TÊN KIRIN’

Di dewama nirxandina xwe de Selah, îşaret bi rêvebirina Kerkukê jî kir û wiha pêde çû: “Kerkûk yekem bajare li Iraqê bi serweriya leşkerî tê rêvebirine. Ev du sal in Kurd di rêveberiya bajêr de bi giştî lewaz e. Îradeya gel şikestiye. Bi eşkereyî daxwazên dewleta Tirk li Kerkûkê tên pêkanîn. Her dema ku bazara qeyserî ya li Kerkukê dişewite, Serokkomar û Serokwezîr qet bertekek jî nîşan nadin. Ligel pere, butçe û petrol, dolar jî heye, bazara qeyserî nayê nûkirin. Debara jiyana 450 malbatên Kurd, Ereb, Tirkmenan di bazara qeyserî de ye û cihekî dîrokî ye. Kesek nerazîbûn nîşan nade, ji ber wê Tirkiye xwe wek xwedî dibine.”

‘DIVÊ HEM BEXDA Û HEM JÎ HERÊMA KURDISTANÊ SÎNOREKÊ JI BO TIRKIYE DANE’

Herî dawî Selah, bal kişand ser êrîşên li ser sînrorên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk hatî û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Divê sînorek ji bo destwerdana Tirkiye ya li Iraqê were danîn. Ji ber ku niha Tirkiye bi awayek raste rast xwe li Kerkûk dike xwedî, weke beşek ji xaka Osmaniyan dibîne. Tirkiye vê yekê bi rêya fîlm û begefîlmên xwe dike. Bi wê rêyê projeya dagirkirina Kerkûkê ji bo raya giştî çêdike. Lê ragihandina me nekariye raya giştî çêbike. Ragihandina me bi tiştên ji rêzê û pirsgirêkên navxweyî ve mijûl e. Ji ber wê divê destpêkê Iraq û piştre Herêm ji bo destwerdanên Tirkiyê sînorekî deyne. Ji ber ku me berê jî tiştên wisa jî dîtibûn.”