BI DÎMEN

'Tinebûna DAIŞ'ê tê wateya tinebûna zihniyeta Erdogan'

Rêvebera PYD'ê Yûsiv got, "Tinebûna DAIŞ’ê tê wateya tinebûna zihniyeta Erdogan, lewma ewqas bi hêrs bi ser gelê me de tê." Ji PDKS'ê Hesen jî got, "Rast e gelê me aştîxwaz e, lê dema ku êrîş dubare bibin em ê cilên leşkerî li xwe bikin."

Partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê dan.

Endama Rêveberiya PYD'ê Dilber Yûsiv destnîşan kir ku dîrok xwe dubare dike û got, "Êrîşên vê dawiyê ku dewleta Tirk li ser Rojava pêk anî hişmediya dewleta Tirk ya bi salan e. Gelên herêmê Kurd û Ermen jê bêpar nemane." Yûsiv wiha berdewam kir: "Zihniyeta dewleta Tirk qirkirina gelê herêmê ye. Ermen, Kurd û Êzîdî tim qir kirine. Lewma ev êrîşa li ser Rojava bi me pir ne xerîb e."

Dîlber Yûsiv got, helbet dewleta Tirk xwe li hember têkçûna DAIŞ’ê negirt wiha dewam kir: "Her kes dizane ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Tebqa û Reqayê DAIŞ’ê têk dibin. Tinebûna DAIŞ’ê tê wateya tinebûna zihniyeta Erdogan. Lewma vê dema dawiyê ew qas bi hêrs bi ser gelê me de tê."

Dîlber Yûsiv her wiha bal kişand ser zehmetiya gelê Rojava yê li nêzî sînor dijî û got: "Şêniyên nêzî sînor di bin guleyên dewleta Tirk de dijîn. Xelk nikare biçe nava zeviyên xwe û şivan nikarin pezê xwe di nav erd û milkê xwe de biçêrîne. Ev jî dirûtiya dewletên navneteweyî û koalîsyonê ne, ku rê dide van êrîşan. Lê tevî vê jî gelê me amade ye ku bersivê bide. Gelê me helwesta xwe jî nîşan da, ji Dêrikê heta bi Efrînê rabûne ser piyan." 

Yûsiv hewlesta siyasî ya PYD'ê jî wiha vegot: "Weke partî me her tim bi çavekî cîrantî li dewleta Tirk dinerî lê wan bi van êrîşan ev cîrantî qebûl nekirin. Ê me jî rê û rêbazên me hene ku em dikarin bersivê bidin van êrîşan. Ji ber ku gel li pişt me ye. Ev gelê ku niha li hember hovê dinyayê (DAIŞ) şer dike, dikare bersivê bide."

Endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Mehmûd Hesen ji bo êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava wiha  got: "Hewldan û projeyên dewleta Tirk bi têkçûna DAIŞ'ê re li herêmê têk diçin. Ew dizanin êdî pergala wan belav dibe. Wek dînan li wan hatiye, lewma êdî bi êrîşan xwe qanih dikin."

Mehmûd Hesen ku ew bi xwe bavê şehîdekî ye, ku beriya bi demekê kurî wî li hember çeteyên DAIŞ’ê şehîd bibû got, "Bila dewleta Tirk zanibe em hemû YPG û YPJ ne." Hesen wiha axaftina xwe berdewam kir: "Şehîdên Qereçox zarokên me ne. Em vê yekê ji dewleta Tirk re nahêlin. Rast e gelê me aştîxwaz e, lê dema ku êrîş dubare bibin em ê cilên leşkerî li xwe bikin."