Tilkef bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin
Bajarokê Tilkef ê Mûsilê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.
Bajarokê Tilkef ê Mûsilê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.
Serê vê sibehê hêzên artêşa Iraqê operasyoneke berfireh li dijî çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Tilkêf dabûn destpêkirin. Hêzên hewayî yên koalîsyonê jî ji esmanan ve pişgiriya operasyonê dikir.
Fermandarê operasyona ‘Ey Nînowa Em Hatin’ Ebdulemîr Reşîd Yarella ragihand ku hêzên artêşa Iraqê bajarokê Tilkêfê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.