Tifaqa Kurdistanî: Em ê HDP'ê li hemberî desthilatdariyê bi tenê nehêlin

Koma Tifaqa Kurdistanî li ber gef û êrişên li ser HDP'ê rabû û got, "Li dijî operasyonên provokatîf û bêhiqûqî yên desthilatdariyê, HDP teqez bi tenê nîne."

Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişa li ser Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefên ku amîrê polîsan li parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran xwarin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bêhiqûqî, bêedaletî û nearamî li Tirkiyeyê bûne bûyerên ji rêzê û hate gotin, "Her roj hîn bêhtir bêhiqûqiyê dikin. Hikumeta heyî di oxira desthilatdariyê de bi rengekî bêperwa dijminatiyê li Kurdan û jinan dike. Vê bêperwatiya wan bi xwe re faşîzm aniye û ev faşîzma li ser civakê belav bûyî jî pergaleke mafyayî ava kiriye."

Bi domdarî hate gotin, ku saziyên darazê yên ku divê bêalî bimînin jî di nav de, tevahiya burokrasî li gorî fermana hikumetê dixebitin û ev tişt hatin parvekirin: "Ev yek jî dike ku bêîstîsna her kes bikeve bin xizmeta desthilatdariyê. Ev pergala ku riziyayî û hemû mekanîzmayên wê ji hev hildiweşin, êdî ji rê derketiye. Ev hikumeta ku ji bo domandina desthilatdariya xwe hemû nirxên civakê binpê dike û bi kar tîne, hewl da vê carê jî rûyê xwe yê kirêt li pişt rûyê xweşik ê dayikan veşêre. Çalakiya provakatîf a doh li pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê hatiye kirin, ev rastî dîsa derxist holê."

Daxuyaniyê wiha dom kir:

"Weke ku tê zanîn ev ne cara ewil e. Di serî de Amed û çendek bajarên cuda yên herêmê, ev nêzî du sal in ku li pêşiya serokatiyên bajêr ên HDP'ê provakasyona tên kirin û herî dawî li avahiya HDP’a Îzmîrê bi qetilkirina Denîz Poyraz dom kir. Heman provakasyonê vê carê jî li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê dewam kir.

Partiyên siyasî beriya her tiştî hêmayên bingehîn ên demokrasiyê yên jêvenegerin. Navenda Giştî ya sêyemîn mezintirîn partiya siyasî ya vî welatî bû hedefa êrişeke wiha û ev êriş jî ji hêla hikûmet û hêzên ewlekariyê ve tê organîzekirin. Îzaheta vê yekê di tu pergalên hiqûqî de nîne û nayê qebûlkirin. Hêzên ewlekariyê ku xwe ji her kesî bihêztir dibînin, wî heddî di xwe de dibînin ku ji kesên ji hêla gel ve hatine hilbijartin û parêzbandiya wan heye re dibêjin; 'ez ê te li bin guhê dîwêr bixim'. Ti îzaheteke vê nîne.

Ev hewldan tenê dikare bibe nîşaneya şerpeziya desthilatdariyeke ku ji bo siyaseta demokratîk êdî nikare tiştekî biafirîne û hêviya xwe bi rageşî, tevlihevî û provokasyonan ve girêdaye. Lê belê em vê yekê baş dizanin ku ev şexsiyetên ku qebetî, gotinên derexlaqî di şexsiyeta wan de şênber bûye, vê hêza xwe ji hikumeta ku hiqûqê nas nake û ji Wezîrê Karên Hundir digire. Li şûna ku li dijî sûc û sûcdar têbikoşin, hêzên ewlekariyê veguherîne navendên afirandina sûc û sûcdaran.

Di demokrasiyên herî qels de jî amirekî polîsan nikare ji parlamenterekê re bibêje 'ez ê te li bin guhê dîwêr bixim'. Ev gefa kuştinê ye, skandal e. Divê Wezîrê Karên Hundir îstîfa bike û ev polîs jî ji peywirê bê girtin.

Divê her kes baş pê bizane ku HDP rewatiya xwe ji dengên gel û Qanûna Bingehîn digire û parçeyeke nebe nabe ya siyaseta demokratîk e. Tevî dozên kûmpasê û dozên girtinê yên li ser daxwazê hatine vekirin jî, xala bingehîn a siyaseta demokratîk e. Li dijî bêhiqûqî û operasyonên provakatîf ên desthilatdariyê, HDP bi ti awayî bi tenê nîne. Em wan derdorên ku li dijî HDP’ê çalakiyên provakatîf dikin şermezar dikin, hêviyên silametiyê ji bo HDP'ê dikin û ji raya giştî re dibêjin ku em bi HDP'ê re ne."