'Ti tişt nikare li pêşiya karê min ê ji bo gel û Rêberê min bibe asteng'

Bavê Fener, ku 27 sal in di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dixebite, ji ANF'ê re qala çîroka jiyana xwe kir.

Bavê Fener qala jiyana xwe, têkoşîna azadiyê ya Kurd ku dildarê wê ye û dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd re kir.

KALKÊ WÎ HAT SIRGÛNKIRIN, BAVÊ WÎ GELEK CARAN HAT GIRTIN

Bavê Fener di sala 1957'an de li gundê Girê Sor ê Dêrikê ji dayik bûye. Kalkê wî, di dema dagirkeriya Fransayê de ji aliyê Fransiyan ve sirgûnî Dêra Zor hatiye kirin. Bavê wî jî, ji ber ku sempatîzanê Mele Mûstafa Barzanî bû, ji aliyê rejîma Baasê ve gelek caran hat girtin û îşkence lê hat kirin. Bavê Fener bi vî rengî qala malbata xwe û cihê lê mezin bûye dike: "Ya rast, em bi eslê xwe ji Endîwer a Dêrikê ne. Kalkê min ji aliyê Fransiyan ve ji Endîwerê sirgûnî Dêra Zor hat kirin. Bavê min jî li Girê Sor bi cih bû. Bavê min yek ji rûspiyên eşîra Şikakî bû, ji ber vê yekê piştî bicihbûna bavê min li vê derê, xizmên me jî li herêmê bi cih bûn û bi vî rengî gund ava bû.

Bavê min mirovekî welatparêz bû. Dostekî têkoşîna Barzanî bû. Hingî partiya Baas a Iraqê û partiya Baas a Sûriyeyê dostên hev bûn. Bavê min ji ber nêrîna xwe ya siyasî 6 caran hat girtin. Girtina cara şeşan a bavê min, tê bîra min jî. Bavê min di heman demê de helbestvanek bû. Wê çaxê li ser têkoşîna li Başûrê Kurdistanê gelek helbest nivîsandibû. Dema em zarok bûn em datanî ser çonga xwe û helbest ji me re dixwend."

10 SALAN MAMOSTETIYÊ DIKE

Bavê Fener piştî perwerdeya dibistana seretayî û lîse li Dêrikê qedand, ji bo xwendina zanîngehê berê xwe dide Şamê. Beşa dîroka Ereb dixwîne. Di sala 1980'î de, dema li pola dawî ya xwendibû, li her du çavên wî nexweşiyeke giran der bû û nema karîbû bibîne. Bavê Fener ji ber vê yekê nikare perwerdeya xwe temam bike û vedigere Dêrikê. Ji ber pêwîstiya Sûriyeyê ya bi mamosteyan, weke mamosteyê dibistana seretayî dest bi kar dike. Bavê Fener bi qasî 10 salan li mintiqeya Dêrikê li dibistaneke seretayî mamostetiyê dike.

Bavê Fener ti carî xwe ji malê û kar venagire. Piştî mamostetiyê li gundê xwe Girê Sor, tevî malbata xwe dest bi karê zîreetê dike.

'MIN PKK NAS KIR'

Bavê Fener mîna bavê xwe di salên 1980'ê de sempatîzanê PDK'ê ye. Di sala 1982'an de, komek ji 6-7 PKK'yiyan li Rojava buro vekirin. Bi vê yekê re PKK'ê nas dike. Bavê Fener qala wê demê dike:

"Heval wê çaxê bi hemû rûspiyên herêmê re daxivîn. Bi qezenckirina rûspiyên herêmê re hewl didian temamiya mintiqeyê qezenc bikin. Hatin mala me jî. Qala têkoşîna li Bakurê Kurdistanê kirin. Qala 28 raperînên Kurd ên dema bihurî kirin. Sedema biserneketina serhildanan dinirxandin. Qala peymanên Qasr-i Şîrîn, Sykes Pîcot û Sevrê dikirin. Didan xuyakirin ku wê li Bakurê Kurdistanê têkoşîna çekdarî dest pê bike. Digotin, 'Divê gelê me destekê bide me'.

Rojekê posterekî ji wêneyên 12 hevalên ku li Lubnanê di şerê dijî Îsraîlê de şehîd bûn, anîn. Ji bo wî wêneyî nîşanî gel bidin, alîkarî ji min xwestin. Ez jî bûm alîkar ji wan re. Me gelekî ji wan hez kiribû û piştgirî didan pêşketina berxwedana li Bakurê Kurdistanê. Lê di dilê me de hê PDK hebû. Dema ku rexneyek li PDK'ê dikirin, me qebûl nedikir. Ew jî bi rengekî rêzdarî û têgihiştî bi ser ve nedihatin. Navê yekî jê Cahît bû. Gelekî gelekî hêja bû, hevalekî zane bû.

'TÊKILIYA MIN A BI PKK'Ê RE XURT DIBE'

Ezmûnên PKK'yiyan gelekî bandorê li Bavê Fener dike û Bavê Fener hingî dest bi lêpirsînê dike. Piştî ku kadroyê PKK'ê Cahît di sala 1985'an de li Çiyayê Sasonê jiyana xwe ji dest dide, ew dest bi lêpirsînê dike. Bavê Fener bi vî rengî qala wê demê dike: "Hevalê Cahît hevalekî gelekî zane bû, rewşenbîr bû, siyasetmedar bû. Bi dîtina min, diviyabû mirovên bi vî rengî neşandibûna çiyê û karên cuda bikira. Em ji PDK'ê hînî vê bûbûn. Çiya ne cihê siyasetmedaran bû, ne cihê rewşenbîran bû. Piştre di sala 1986'an de hevalê Egîd şehîd bû.

Di wê demê de xwişka min Sozdar, pismamê min Zinar û birayê min ê mêr li Helebê dixwendin. Êdî bala wan jî çûbû ser PKK'ê. Diçûn dibistanê, lê di heman demê de di nava gel de jî dixebitîn. Di sala 1987'an de Şehîd Sozdar pirtûka Rêbertî ya bi navê 'Pirsgirêka Kesayetiyê' anî û ji min re xwend. Me xwend û nîqaş kir. Wê pirtûkê gelekî bandor li min kiribû. Wê demê min li ser pirtûkê helbestek nivîsand. Piştre pirtûkên Rêbertî yên mîna 'Divê çawa were jiyîn' hatin. Min ew jî xwend. Gav bi gav dilsoziya min a bi têkoşîna PKK'ê re xurt dibû, ez zane dibûm."

PIŞTÎ MUHIYEDDÎN Û ZINAR...

Di dawiya salên 1980'î de êdî xizmên Bavê Fener tevlî nava refên PKK'ê dibin. Di nava van de gerîlayên bi navê Muhiyeddîn û Zinar jî hene, ku bi têkoşîna xwe re bûn mîna ji ciwanên Rojavayî re, ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. Muhiyeddîn û Zinar di sala 1989'an de di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûn. Gerîlayê bi nasnav Muhiyeddîn birayê Bavê Fener e. Zinar jî pismamê wî ye. Gerîla Muhiyeddîn, Zinar û Ahmed Hamza, tevî Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li Geliyê Bekaayê perwerde dîtin, tevî komek ji 22 kesan bûn û ji derbaskirina vê komê ya Bakurê Kurdistanê berpirsyar bûn. Piştî ku artêşa Tirk kemîn danî, Muhiyeddîn, Zinar û Ahmed Hamza bala leşkerên Tirk dikişînin ser xwe û li vê derê di şer de jiyana xwe ji dest didin. Bi vê yekê re komê rizgar dikin.

Ev bûyer bandoreke mezin li gelê Rojava dike. Bandorê li Bavê Fener jî dike. Piştî şehadeta Muhiyeddîn û Zinar, xwişka wî Sozdar jî tevlî nava refên PKK'ê dibe. Bavê Fener dibêje, "Ji xwe piştî tevlîbûna Muhiyeddîn û Zinar, mala me ji xwe veguherîbû mala fermî ya PKK'ê. Min ew baştir nas dikir û destek dida wan. Piştre, lehengiya ku Muhiyeddîn û Zinar nîşan dan, bandoreke mezin li min kir. Her du jî zanîngeh xwendibûn, rewşenbîr bûn. PKK tercîh kirin û di vê astê de bi lehengî şehîd bûn. Xwişka min Sozdar jî, ji ber îxaneta îstîxbarata PDK'ê li Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Piştî wan, êdî min biryar da bi hemû dil, ruh û mejiyê xwe ji bo vê têkoşînê bixebitim."

20 SALAN DI NAVA KARÊN ÇAND Û HUNERÊ DE CIH GIRT

Bavê Fener jiyana xwe ya mayî êdî di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de derbas dike. Bi hemû derfetên xwe, xizmetê ji vê têkoşînê re dike. Bi teşwîka kadroyên PKK'ê, di sala 1991'ê de cihê xwe di nava karê çand û hunerê de digire û 20 salan vî karî dimeşîne.

Bavê Fener wiha dewam dike: "Di destpêka salên 1990'î de min mala xwe bar kir Dêrikê. Bi demsalê re ji bo karên zîreetê em ji nû ve dihatin gund, lê belê ji bilî vê ez li Dêrikê dimam. Di karên çand û hunerê de rêveber bûm. Me kom ava kirin. Hingî jib o mayîndekirina çanda Kurd û hezkirina bi zarokan re, me komên muzîkê ava kirin. Min gelek helbestên xwe da Koma Cûdî ji bo bike tran. Me komên şano ava kir. Min lîstik û skeç ji wan re dinivîsand. Me çalakiyên Newrozê lidar dixistin. Min li van çalakiyan jî pêşkêşî dikir. Alîkarî dida amadekirina bernameyê. Wê demê weke koma çand û hunerê, ji bo alîkariyê bi partiyê re bikin, me karê çandiniyê jî dikir. Piştî Zinar û Muhiyeddîn, gelek ciwanên Rojavayî berê xwe dan çiyê. Me carna merasîmên cenazeyan organîze dikir. Yanî ji sala 1991'ê heta 2011'an min ev kar kir."

'RÊBERTÎ GOTIBû, KU DIVÊ HER KES BIXEBITE'

Bavê Fener wê demê mîna tevahiya gelê Rojava, di nava civînên gel ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdar bûn, amade bû. Du caran çû Akademiya Mahsûn Korkmaz a li Şamê û bi Ocalan re rûnişt. Bavê Fener qala bandora Ocalan a li ser xwe dike: "Em serê sibehê çûbûn û heta danê êvarê bi Rêbertî re bûn. Me bi hev re xwarin xwar. Rêbertî ji me re axivî û li pirsgirêkên me guhdarî kir. Min ji bo Rêbertî helbest xwend. Bavê Nazê ji Rêbertî ev pirs kir' Apo çi ye, hêza xwe ji çi digire?' Rêbertî jî hinekî pê re axivî û bersiv da pirsa wî. Min jî destûr ji Rêbertî xwest û bi helbestekê bersiv da vê pirsê. Hesta herî bedew bû, axaftina bi Rêbertî re, guhdarîkirina wî.

Rêbertî ji me re digot, 'Em ê xewn û xeyalên gelê xwe pêk bînin. Lê belê ji bo bi serxistina vê divê em gelekî bixebitin. Lazim e kes li malê rûnenê'. her wiha digot, divê hemû sazî xwedî plansaziyekê be. Axaftina Rêbertî bandor li her kesî kir. Piştî civînê me wêne kişand û yek bi yek em bi rê kir. Dema bi rê kir jî ji her yekî ji me re tiştek got. Ji min re got, 'Silavan li Dêrikê bike. Dêrik; mifteya Botan û Behdînanê ye'. Navê hin malbatên li wir jî da û got, silavan li wan bike. Ji wê rojevê ez bi wan hestan dixebitim. Rêberê me her tiştê me ye."

'WATEYA JIYANA MIN RÊBER APO Û KURDISTAN E'

Bavê Fener, di dema destpêkirina serhildanên Sûriyeyê de di sala 2011'an de ji bo Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava di konferansa yekemîn de weke rêveber hat hilbijartin. Tevî ku çavên wî êdî qet nedidît jî, bi rengekî çalak tevlî vî karî bû. Bavê Fener li ser vî karî got, "Di sala 2011'an de Şehîd Xebat Dêrik hat Rojava. Dema hat, ewilî hat mala me. Wê demê got, ku ew konferansekê bi rêxistin dikin û dixwaze ew ez jî di nav de cih bigirim. Min jî qebûl kir. Tevlî konferansê bûm û bi dengê delegeyan bûm rêveber. Em merasîman ji bo şehîdan lidar dixin, bi malbatên şehîdan re eleqedar dibin. Hewl didin pirsgirêkên wan ên madî û manewî çareser bikin. Wekî din em sicîla şehîdên xwe bi rêk û pêk dikin. Di nava vê saziyê de rêveber im û di komîsyona lihevkirinê de jî cih digirim. Her wiha di komuna sûkê de Hevserokatiyê ji Malbatên Şehîdan re dikim. Saziya Malbatên Şehîdan, wasiyeteke Şehîd Xebat a ji bo min e."

Karê Bavê Fener ne tenê ev e. Hê jî helbestan dinivîsîne. Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava ye. Bavê Fener destnîşan dike ku ew ê karê xwe yê ji bo Şoreşa Rojava û Kurdistanê bidomîne û dibêje, "Ewqas şehîdên me çêbûn, lê me şoreş pêk anîn. Hê jî şehîdên me çêdibin. Hê gelek tişt hene ku divê werin kirin. Wateya jiyana min Kurdistan û Rêber Apo ye. Ti tişt nikare li pêşiya karê min ê ji bo wan bibe asteng."