HPG: Ti têkiliya me bi teqîna Sidekanê re nîne

HPG'ê diyar kir li gel ku tê zanîn li Sidekanê hin herêm mayinkirî ne jî piştî ku hêzên PDK'ê ketine qadê teqîn çêbûye û got, ''Ti têkiliya hêzên me bi vê rûdanê re nîne û hêzên me ji vê ne berpirs in.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî teqîna li Sidekanê daxuyaniyeke niviskî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de got, ''12'ê Adarê êvarkî li herêma Sidekanê teqînek çêbûye, di vê teqînê de yek pêşmegeyê PDK'ê jiyana xwe ji dest daye û yek jê birîndar bûye. Têkilî vê rûdanê hin nûçe hatine çêkirin û tevgera me berpirs hatiya nîşandan.

Ev rûdana biêş li tengava Sidekanê ya qada Sidekan a herêma Xakurkê çêbûye. Cihê navborî hê ji dema Sedam ve gelek mayin lê hatine danîn. Salên 2019-2020'an jî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakurkê jî hin cih hatine mayinkirin. Hem gelê herêmê û hem jî rayedarê herêmê yê PDK'ê hatiye agahdakirin ku ev dever qadeke leşkerî û mayinkirî ye û hişyariyên hewce hatine kirin. Lê 12'ê Adarê li gel ku ev hêl hemû dihatin zanîn jî hêzên PDK'ê çûne eraziya mayinkirî û bi encama vê rûdana biêş çêbûye.

Ti têkiliya hêzên me bi vê rûdanê re nîne û ji vê teqînê hêzên me ne berpirs in.''