Tevgera Goran: Me daxwaza mudaxeleyek leşkerî ji Iraqê nekiriye

Parlemeterê Tevgera Goran Fayîq li ser daxuyaniyên ku Tevgera Goran ji bo mudaxeleyekî leşkerî daxwaz ji Ebadî kiriye wiha got: “Me ji bo mudaxeleyeke leşkerî ya ji bo herêma Kurdistanê daxwaz ji Iraqê nekiriye.”

Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêstûn Fayîq têkildarî daxuyaniyên ku tê îdîakirin ku Tevgera Goran ji bo mudaxeleyekî leşkerî daxwaz ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê kiriye ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku tevgera wan ji Hikûmeta Iraqê daxwaz nekiriye ku hêzeke leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.

Piştî ku hin çavkaniyan got ku endamên Tevgera Goran ên di Parlamentoya Iraqê de ji Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ubadî daxwaz kiriye ku hêzeke leşkerî ji bo parastina xwepêşandanan bişîne Silêmanîyê, li ser vê yekê Tevgera Goranê ev îdîa derewand û got ku wan daxwazeke bi vî rengî nekiriye.

Nûnerê Tevgera Goran yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêstûn Fayiq diyar kir ku Tevgera Goranê ji Heyder El-Ubadî daxwaz nekiriye ku hêzeke leşkerî bişîne Silêmanîyê û weha pêde çû: "Nûçeyên hin malperên xwecihî yên Iraqê xwestine li ser navê me daxuyaniyan bidin, lê bi ti awayî daxuyaniyek wiha ji aliyê me ve nehatiye kirin.”

Fayiq bal kişand ser helwesta Goran û got: "Helwesta Tevgera Goranê ya di derbarê yekpareyiya Herêma Kurdistanê de erê dike û neguhêrbar e; em van gotinên dabeşkirina rêveberiya herêma Kurdistanê ya li ser du rêveberiya qebûl nakin.

Herî dawî Nûnerê Tevgera Goran yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê wiha got: "Hêzên Pêşmerge û Asayîşê berpirsyarên parastina ewlekariya Herêma Kurdistanê ne. Her wiha ji bilî hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariyê ti hêz din jî li ser xaka Iraqê qebûl nakin.”