Tevgera Goran daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo hevdîtinê red kir

Tevgera Goran ji rayedarên Tirk re got "Hûn dagirker in, we sivîl kuştin, em bi we re rûnanên" û daxwaza hevdîtinê ya Tirkiyeyê red kir.

Dewleta Tirk hewl dide dagirkerî, talan û komkujiyên xwe yên li Efrînê rewa bike, pêşî li dagirkirina Başûrê Kurdistanê veke, partiyên Başûr û Silêmanî û Hewlêrê parçe bike. Bi vê armancê, çend roj berê li bajarê Silêmanî bi hin partiyên siyasî re hevdîtin kir. Serkonsolosê Tirk ê li Hewlêrê Hakan Karaçay bi rayedarên YNK, Yekgirtû, Komala Îslamî û hin partiyên din re hevdîtin kir. Karaçay daxwaza hevdîtinê li Serokê Tevgera Goran Omer Seyîd Alî jî kir. Seyîd Alî ev bersiv da Karaçay: "Dagirkerî, komkujî û talana we ya li Efrînê ne li dijî PYD û PKK'ê bû. Ev dagirkerî li dijî hemû Kurdan bû. Piştî Efrînê we dest bi berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê kir. Bi balafiran we bomberdûman li gundan kirin û sivîl kuştin. Bi vekirina qada hewayî ji bo Hewlêrê û girtina qada hewayî ji bo Silêmanî, we dest bi polîtîkaya parçekirin, nakok û sorkirina şerê navxweyî kirin. Lewma ti hevdîtineke ku em bi we re bikin nîne."

Hate ragihandin ku Karaçay bêyî ku hevdîtinê bike bi destvala ji navenda Tevgera Goran derketiye.

'ME NÎŞAN DA KU EM DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKIN'

Rayedarekî Tevgera Goran jî li ser redkirina daxwaza hevdîtinê ya Tirkiyeyê wiha got, "Li Efrînê dest bi komkujî, dagirkerî û qirkirineke mezin kirin. Li Rojava, Bakur, Başûr, li her cihî li dijî destketiyên Kurdan ketin nava liv û tevgerê. Bi rêya hin kesên Başûrî li Başûr jî polîtîkaya dijminkirin û parçekirinê dide meşandin. Bi redkirina daxwaza hevdîtinê re me nîşan da ku em van polîtîkayên wan erê nakin. Bi redkirina daxwaza hevdîtinê re me xwest ji wan re bêjin ku em polîtîkayên we yên dagirkeriyê, komkujî, qirkirin û dijminatiya we ya li Kurdan qebûl nakin. Ev ye her wiha helweseteke me bû li dijî polîtîkaya wan."