Tevgera Goran: Barzanî hê jî serokê neqanûnî ye

Endamê Komîteya Navendî ya Tevgera Goran Mihemmed Tofîk Rehîm got, Mesûd Barzanî ku yekane berpirsyarê krîza heyî ye, tevî ku ne 'seroke', hê bi rengekî ne qanûnî biryarê li ser hemû tiştan dide.

Endamê Komîteya Navendî ya Tevgera Goran Mihemmed Tofîk Rehîm ragihan, Mesûd Barzanî ku berpirsyarê krîza heyî ya li Başûrê Kurdistanê ye, tevî ku ji bilî Serokatiya Giştî ya PDK'ê ti erka xwe ya qanûnî nîne, hê jî hemû biryaran bi xwe dide û ev yek jî dibe sedem ku rewşa li Başûrê Kurdistanê roj bi roj xerabtir bibe.

Mihemmed Tofîk Rehîm ji ANF'ê re axivî. Rehîm nameya ku Mesûd Barzanî ji Parlamentê re şand bi bîr xist û got, "Barzanî eşkere kir ku wî îstifa kiriye. Wezîfeya xwe radestî Komîsyona Bilind a Edaletê, Serokwezaretiya Herêmê û Serokatiya Parlamentê ya ku nîne, kir. Lê em dibînin hemû biryaran ew bi xwe dide. Tevî ku ji aliyê fermî ve ti erka xwe nîne, hê jî hemû biryaran dide. Vê yekê jî li pêş çavên her kesî dike. Ev rewş li dijî qanûnan e û sûc e."

'GOTINÊN BARZANÎ ME MATMAYÎ DIHÊLE'

Rehîm bi bîr xist, ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî tevî ewqas windahî û krîza hê jî dewam dike got, 'paşeroja Kurdan bi referandûmê re hatiye ewlekirin' û destnîşan kir, ku ew li pêşberî vê gotina Barzanî matmayî mane. Rehîm bi berdewamî got, "DYA, Fransa, Îngilîstan, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa; van hemû hêzan alternatîf pêşkêş kirin û xwestin referandûm heta wextekê bê taloqkirin. Soz dan ku wê ji bo sîstemeke konfederal bixebitin. Barzanî israr kir ku desthilatdarî û posta xwe ya ne qanûnî mayinde bike. Piştî referandûmê felaketên mezin bi serê me ve hatin. Li pêş çavan e bê em li pêşberî Bexdayê ketine çi halî. Li gel vê rewşê jî daxuyaniya 'paşeroja Kurdan ewle bûye' dide. Ev gotin, sosret e."

JI HEVKETINA HÊZA DESTHILATDAR

Rehîm diyar kir ku beriya referandûmê hêza heyî ya desthilatdariyê ji aliyê îdarî, siyasî, dîplomasî û aborî ve ji hev ketiye û destnîşan kir ku tevizandina parlamentê bi xwe rewşa tirsnak eşkere dike. Rehîm got, "Hikumet û rêveberî civakî nekirin, giştî nekirin. Li derveyî berjewendiyên partiyan tevnegeriya. Ev derba dawî ya mirinê jî fatûreya li ser milê gelê Başûrê Kurdistanê girantir kir." Rehîm anî ziman ku vê krîza mezin bandoreke neyînî li parçeyên din ên Kurdistanê jî kir û wê hê jî bandorê lê bike.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û SIYASÎ

Mihemmed Tofîk Rehîm ragihand, ji bo derketina ji nava krîz û kaosa li Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi yekîtiya neteweyî û siyasî he ye û got, divê parlament ji nû ve bê aktîfkirin. Rehîm wiha dewam kir: "Divê destûr neyê dayin ku biryar ji aliyê şexsekî ve bên girtin. Cihê biryardanê parlament e. Divê hemû biryar ji aliyê parlamentê ve bên dayin. Ev erkê hatiye desteserkirin divê bê vegerandin. Pêwîste gel tevî nûnerên xwe tevlî siyasetê bibe."

Rehîm bi bîr xist ku ji bo krîz girantir nebe wan berî mehekê avakirina Hikumeta Azadî û Rizgariyê ya Demkî pêşniyar kirine û xwestine, ev hikumet di çarçoveya bernameyekê de danûstandinan bi Bexdayê re bike, lê belê pêşniyara wan ji nedîtî ve hatine.

BÊ WATE YE KU DYA BÊ SÛCDARKIRIN

Rehîm bal kişand ser axaftinên dawî yên Mesûd Barzanî ku DYA sûcdar dike û pişta xwe bi Rûsyayê germ dike û got, "Me nabêjin bila bi Rûsyayê re têkilî nebin. Bila bi hemû hêzan re têkiliyên me hebin. Lê belê ne alîgirê wê yekê ne ku têkiliyên bi DYA re bên qedandin û tenê bi Rûsya û hêzên din re siyaset were kirin. Ev yek ji feydeyê wêdetir wê zerarê li me bike. DYA bi alternatîf û garantiyan xwest ku referandûm neyê kirin. Hewldanên wan bi kêrî me dihatin, lê belê lê nehat guhdarîkirin. Berpirsyarê rewşa heyî DYA nîne. Rêxistina ku Barzanî serkêşiyê jê re dike, berpirsyarê rewşa heyî ye."