Tevgera Azadî: Welatên ku hevkarê Sedam Hisên bûn niha hevkarê Erdogan û Beşar Esed in

Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê bi boneya salroja komkujî û kîmyabarana Helebçe daxuyaniyek da.

Îro bi boneya kîmyabarana Helebçe ya 16’ê Adara 1986’an li bajarê Kerkûkê, Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê bi daxuyaniyekê peyamek arasteyê gelê Kurd û şêniyên Helebçeyê kir. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo bîranîna 33. Saliya jenosîda gelê me li bajarê Helebçeya Şehîd bi disozî wan kêliyan bi bîr tînîn û kiryarên wan sûcên cîhanî şermezar dikîn.

Di şexsê bajarê Helebçe de gelê Kurd û tevahî welat hat armanckirin, mixabin hê jî sûcên wiha der heqê gelên navçeyê û bi taybetî gelê Kurd tê pêkanîn. Hê jî ti garantiyek ji bo tendirustiya gelên navçeyê nehatî misogerkirin. Rojane gelê me li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê rojên xwe di bin gefa jenosîdên nû yên sultan, serokên nijadperest û dîktatorên metrisîdartir û mîna Sedam Hisên derbas dibin. Ti garantiyek ji bo jiyana wekhev û hevseng nîne û ew welatên ku hevkarê Sedam Hisên bûn, niha hevkarê xwînxwarek mîna Erdogan û Beşar Esed in.”

Di daxuyaniyê de her wiha bal hate kişandin li ser ezmûna Helebçe û wiha domkir: “Ezmûna bajarê Helebçeya pîroz, ji bo ku gelê me heya dawiyê û bi israr pêşengtî ji bo azadî û aştî li navçeyê bike têrker e. Bajarê Helebçe piştî derbasbûna 33 salan wek gundek biçûk û dûre û piştî 30 salan desthilatdariya eşîrî û hizbî yên Kurdî ciwanên wê bêkar û pir bêzarin. Diyare Hukumeta Herêm tênegihîştiye ku bi xwe li ser bermahiyên rûxiyayî yên Helebçe ava bûye, têngihîştiye ku li ser xwîna hezaran şehîdên Helebçe ava bûye, tênegihîştiye ku li ser keda bi hezaran penaber, koçber û wendabûyan ava bûye. Mixabin ne tenê ji bo avakirina Helebçeyê hewl nedaye, belku nekariye birîndaran jî derman bike û xwedî li kes û karên şehîdan derbikeve û planeke wê jî ji bo dermankirina birîndaran û peydakirina kesên wendabûyî nîne.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hukumeta Herêm îxanetên xwe li hemberî xwîna şehîdên Helebçe didomîne û wiha pêde çûye: “Hukumeta Herêm îxanetên xwe li hemberî xwîna şehîdên Helebçeyê didomîne û gendelî jî îsbata herî mezin a wê xiyanetê ye. Ji ber wê wek Tevgera Azadî bang li şêniyên Helebçeyê dikin ku zêdetir yekgirtî bin û pişta xwe bi hêza xwe ya bin nakeve girêbidin û zêdetir girîngiyê bidin siyaseta bi hevre jiyan û xwerêveberiyê. Garantiya herî mezin ya malbatên şehîdan, ruhê şehîdan û hemû şêniyên Helebçeyê jî bi çêkirina kongreya netewî û diyarkirina stratejiya netewî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komel Sermed ragihand: “Dubare wan sûcên dermirûvî û kiryarên wê şermezar û mehkûm dikîn, sersaxî, serkeftin û serfiraziyê ji şêniyên Helebçeyê û hemû gelê me dixwazîn.”