Şaxa Kerkûkê ya Tevgera Azadî çû serdana goristana şehîdan

Li Kerkûkê bi boneya cejna Qurbanê, Encûmena Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê serdana goristana şehîdan kir.

Îro di roja Erefe ku weke mîrateyeke civakî û ayînî ya civaka Başûrê Kurdistanê û civaka Îslamî, gel diçin serdana goristanan. Encûmena Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Herêma Kerkûkê li Kerkûkê ji bo xwedîderketina li şehîdên rêya azadiyê serdana goristana şehîdên Kerkûkê kir.

Encûmena Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Kerkûkê di serdana xwe ya goristana şehîdên Kerkûkê de hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bi bîr anî û daxwaz kir ku yekîtiya gelê Kurd pêk bê da ku xwîna şehîdan vala neçe.

Di serdana goristana şehîdan de endamên Encûmenê û hevserokê Tevgera Azadî soza domkirina rêya şehîdan dubare kirin.

Hevserokê Encûmena Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Herêma Kerkûkê, di derbarê serdana xwe ya ji goristana şehîdan de ji ANF’ê re axivî û got: “Bi boneya hatina cejna Qurbanê pîrozbahiya hemû misilmanên cîhanê û bi taybetî misilmanên her çar beşên Kurdistanê dikin. Em wek Encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê hatine serdana goristana şehîdan, bejna xwe li hemberî giştî şehîdên serbilind yên Kurdistanê ditewînin ku bi xwîna xwe karîne Kurdistanê biparêzin.”

Sermed da zanîn ku ew ê rêya şehîdan bidomînin û wiha pê de çû: “Em bi serdana xwe li pêşiya malbatên şehîdan soza xwe dubare dikin ku rêya şehîdan bidomînin, ew şehîd ku di oxira azadiyê de şehîd bûne vê her tim di dilê me de zindî bimînin.”

Komel sermed axaftina xwe bi wê gotinê bi dawî kir: “Em Endam û Hevserokên Tevgera Azadî erkê me ew e ku heta bigihîjin armancê wan şehîdan ku di oxira wê de şehîd bûne, em ê li ser rê û rêbazê wan berdewam bin.”