Tevgera Azadî alîkariyên erdhejê gihand Heyva Sor a Kurdistanê

Tevgera Azadî alîkariyên erdhejê yên berhevkirine gihand Heyva Sor a Kurdistanê.

Kampanyayên ji bo berhevkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê berdewam dike, alîkariyên ji aliyê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ve hatibûn berhevkirin, gihand Heyva Sor a Kurdistanê.

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Huseyîn ku di dema gihandina alîkariyên mirovî yên Heyva Sor a Kurdistanê de daxuyaniyek da û got: "Em spasiya Heyva Sor a Kurdistanê dikin ku alîkariyê pêşkêşî mexdûrên erdhejê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê dike. "

Rêveberê Ofîsa Heyva Sora ya Kurdistanê a li bajarê Silêmaniyê Xesan Hesen jî axivî û got: “Em jî ji ber hewldanên Tevgera Azadî yên ji bo dilsoziya bi Kurdan spas dikin. Bi komkirina van alîkariyan, Tevgera Azadî dilsoziya xwe ya nîştimanî nîşanda.”