Tetwanê ji bo pere û kedxwariyê talan dikin

Şêniyên Tetwanê nerazîbûn nîşanî qadên înşaetê yên li Tetwanê dan ku zêde dibin û gotin, "Ji bo pereyan û kedxwariyê Tetwanê talan dikin. Avanîbûneke bi vî rengî wê dema bê bibe sedema pirsgirêkên mezintir."

Sektora înşaetê ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê zû mezin dibe, xisarê li xeml û rewşa navçeyê dike. Li her kîlometreyeke Tetwanê qadeke înşaetê heye. Ev qadên înşaetê her wiha gefê li jiyana şêniyên navçeyê dixwe. Şefê sîteke înşaetê ya li Tetwanê Sefter Soylû qala detayên sektora înşaetê kir ku li Tetwanê mezin dibe.

Soylû diyar kir ku sektora înşaetê zerarê dide ekolojî û xwezaya navçeyê û got, "Avanîbûneke bi vî rengî bi lez ne tenê xisarê li xwezayê dike, di heman demê de dibe sedema gelek pirsgirêkan. Karên binesaziyê gelekî kêm in, li derdora gola Wanê û ji bo paqijiya wê ji xwe karekî cidî nayê kirin. Nifûsa xwe bi koçberiyê zêde dibe. Di nava çaryeka vê sedsalê de Tetwan û xwezaya Gola Wanê gelekî xisar dîtin."

JI BO PERE Û KEDXWARIYÊ TETWANÊ TALAN DIKIN

Esnafekî li Tetwanê jî got, "Yên ku xanî li vê derê dikirin bi giranî ji derve tên. Mirovên ji vê derê ji xwe li gundan dimînin. Ji bo mirovên ku tenê demeke salê tên, gelo hêja ye ku bajar welê bê talankirin?"

Şêniyekî din ê ji Tetwanê jî got, "Sûc bi temamî yê şaredariyê ye. Divê mafê avadaniyê nedin. Mirovên cotkariyê dikin wê 5 hezar TL'î ji ku peyda bikin? Buhayê van xaniyan bi vî rengî ye. Ji bo kedxwariyê, ji bo pereyan Tetwanê difiroşin."