Temîzyuz: AKP'ê hêza xwe ji bo girtîgehan seferber kiriye

Hevberdevkê TUAY-DER'ê Mehmet Temîzyuz got, "Ji sala 2015'an û vir ve nêzî 100 hezar kes hatine girtin. Yên bi şert hatine berdan û yên li karên cemaweriyê tên xebitandin jî di nav de niha 700 hezar girtî hene."

Hevberdevkê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Mehmet Temîzyuz polîtîkaya AKP'ê ya li ser girtîgehan ji ANF'ê re nirxand.

DI NAVA 3 SALAN DE 100 HEZAR KES HATIN GIRTIN

Temîzyuz got, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin û ew xistin Girtîgeha Îmraliyê, dewleta Tirk êrîşên giran bir ser girtîgehan û wiha dewam kir: "Bi taybetî piştî ku Rewşa Awarte hate ragihandin, hemû girtîgeh veguherîn qada tecrîdê. Di nava 2-3 salan de ji ber tedawînekirina girtiyên nexweş, gelek girtî mirin. Mesela, beriya sala 2015'an hejmara girtiyan 158 hezar bû. Lê niha gihîştiye 240 hezarî. Di nava 3 salan de 100 hezar kes hatine girtin."

500 HEZAR KOLEYÊN MODERN

Temîzyuz bi bîr xist ku dewletê hin qanûnên xwe guhert û got, "Li gorî vê guhertinê, girtiyên edlî yên cezayên wan daket binê 6 salan, ya şandin girtîgehên vekirî, ya jî bi şertê ku di statuya kole de li qada cemaweriyê bixebitin hatin berdan. Hejmara van jî nêzî 500 hezar e. Yanî 500 hezar koleyên modern hene ku dewlet bêyî pere bide, wan li karên cemaweriyê dide xebitandin. Li mizgeftan, li nexweşxaneyan, li saziyên edlî û yên mîna wan, ji bilî karên teknîkî di karê paqijiyê ya jî karê 'xizmetê' de tên bikaranîn. Dema ku mirov van jî bihesibînin, hingî nêzî 700 hezar girtî û hikumxwar hene. Ji ber ku kapasîteya girtîgehan têra 700 hezar kesî nake, bi rê û rêbazên wiha wan dikin kole û bêyî dayina pereyan dixebitînin."

AKP HÊZA XWE JI BO LEŞKERIYÊ Û GIRTÎGEHAN SEFERBER KIRIYE

Temîzyuz diyar kir ku AKP li şûna çareserkirina pirsgirêkên demokrasiyê û aboriyê, hêza xwe ji bo leşkeriyê û girtîgehan seferber kiriye û got, "AKP tenê di van her du mijaran de polîtîkayê dike. Kampusên girtîgehan ên hatine avakirin, hema bêjin bi qasî bajarekî mezin in. Qîma xwe bi vê jî nîne û hîn girtîgehên nû ava dike. Dema ku mirov biçe kîjan bajarê Tirkiye û Kurdistanê, ya destpêkê bala mirovan dikişne girtîgeh in. Ji xwe piraniya kesên girtî jî ji ber nêrînên xwe girtî ne. Yanî girtiyên siyasî ne. Li cihê ku demokrasî nîne, girtîgeh gelekî zêde ne û ev rewş ji rêzê tê dîtin."

Temîzyuz bi bîr xist ku hejmara girtiyan ku niha 240 hezar e, dibe ku bibe 500 hezar û bang li hemû siyasetmedarên mûxalîf kir ku li ber vê rabin û projeyên çareseriyê biafirînin.

'TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN DIVÊ WERE RAKIRIN'

Temîzyuz da xuyakirin ku hikumeta AKP'ê bi rengekî zexel polîtîkayê li ser girtîgehan dimeşîne û got, "AKP mîna ku başiyekê dike, girtîgehên û pêşkêş dike. Dibêje, 'hinekî sebir bikin, dema girtîgehên nû vebû hûnê nêzî malbatên xwe bin. Eger hûn niha li Edîrneyê ne, hûn ê piştre sirgûnî bajarê ku malbatên we lê ne, bên kirin'. Ji b rakirina tecrîda li ser girtiyan, ya jî serbestberdana wan, polîtîkayeke dewletê nîne. Polîtîkaya heyî kûrtir dikin. Malbatên girtiyan vê qebûl nakin. Ji bo bidawîkirina van pêkanîna, divê beriya her tiştî ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan gav were avêtin. Pêwîste dewlet jî bihêle ku malbat ^uparêzer karibin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin."