Temellî: Gel xwedî li HDP'ê derket

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku li gel encamên bi guman ên hilbijartinê jî gel xwedî li HDP'ê derket. Temellî got, Erdogan wê hîn bêhtir zordariyê bike û ew ê jî têkoşîna xwe geş bikin.

Hevserokên Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê yekemcar civiyan. Civîn bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî pêk hat.

Temellî di destpêka civînê de got, "Ji ber ked û hewldanên we, spasiya we dikim. Spasiya herî mezin jî ji gelê Kurd ê berxwedêr dikim. Gelê Kurd hem helwesta xwe ji bo demokasiyê nîşan da, hem jî gelên Tirkiyeyê got 'bêyî HDP'ê nabe' û bend careke din hilweşand."

Temellî bi bîr xist ku hilbijartin di nava Rewşa Awarte de hatiye kirin û tevî ku li Pirsûsê HDP'yî hatin kuştin jî kesek nehatin destgîrkirin.

'BÊYÎ HDP'Ê NABE'

Temellî da xuyakirin ku encamên hilbijartinê bi guman in û got, "Encamên hilbijartinê yên bi bandora garnîzonê li Colemêrg û Şirnexê derkete holê, nîşan dan ku encam çiqasî bi guman in."

Temellî destnîşan kir ku wê bersivê bidin gotina "Bêyî HDP'ê nabe" û got, "Li gel zîhniyeta Rewşa Awarte û zîhniyeta zordar, em ê bi têkoşîna xwe ya demokrasiyê bi biryardarî bidomînin."

'ERDOGAN WÊ HÎN BÊHTIR ZORDARIYÊ BIKE'

Temellî diyar kir ku rejîma Erdogan bi bikaranîna xizaniyê li ser desthilatdariyê dimîne û ji niha û pê ve wê hîn bêhtir zordariyê bike. Temellî got, "Ji ber vê eykê HDP wê têkoşîna xwe ya li parlamentê ya li dijî vê rejîma zordar geş bike."

'ÇAVKANIYA SÛCÊ LI DIJÎ ZAROKAN, NÊZÎKATIYA SIYASÎ YE'

Temellî bal kişand ser şîdet, kuştin, destavêtin û destdirêjiya li zarokan û got, "Tenê bi cezakirina sûcdar re nepêkan e ku ev krîza civakî bê çareserkirin. Nêzîkatiya siyasî ya desthilatdariya heyî, çavkaniya vî sûcî ye."

Li ser nîqaşên derbarê îdamê jî Temellî destnîşan kir ku ew li dijî îdamê ne û got, "Li welatên ku cezayê îdamê lê heye, sûc kêm nabin. Bi salan e em balê dikişînin ser destavêtin û destdirêjiya li zarokan. Em dixwazin Wezareta Zarokan ava bibe. Lê belê di vî warî de li dijî sûcên li hemberîz arokan tiştek nayê kirin. Çi dikin, radibin îdamê dixin rojevê."

SÎSTEMA NÛ

Di dewama axaftina xwe de Temellî anî ziman ku sîstema nû ne dermanê pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û got, "Temsîliyeta me di asta mûxalefeta bingehîn de ye. Ji bo ev sîstem veguhere sîstemeke parlamenter a demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin."