Temellî: Divê gel terka cih û warê xwe neke û piştevanî zêde bibe

Alîkarê Hevserokê Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, got: ‘’Divê gel terka cih û warê xwe neke. Divê her kes ji bo avakirina ji nû ve, seferber bibe.’’

Alîkarê Hevserokê Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel, diyar kir ku wan dest bi pêvajoya avakirina ji nû ve kiriye û got: "Divê gel terka cih û warê xwe neke.’’ 

Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat avakirin, li bajarên bandora erdhejê li wan bûye, dixebite. HDP ku li van bajaran bi navendên koordînasyonên krîzê re li hev dicive, heya niha li Semsûrê xwe gihandiye 20 hezar mexdûrên erdhejê û bi wan re bûye alîkar. 

PÊVAJOYA VEAVAKIRINÊ 

Alîkarê Hevserokê Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel piştî civîna bi navendên koordînasyona krîzê re dauxyanî da. Temel, destnîşan kir ku armanca wan çareserkirina pirsgirêkên gel e û got ku hem pêkhateyên wan li kampanyaya alîkariyê dewam dikin hem jî wan dest bi veavakirinê kiriye. 

Temel got: "Rojên pêşîn, heyteholek hebû. Lê dilxwazên me di vî warî de bi awayekê bi bandor midaxele kir. Ji rojên pêşîn ta bi niha hem kavilên erdhejê hem jî yên desthilatê radikin. Gel bi ruhê seferberiyê li hev bûye xwedî û me dest bi başkirina birînan û vêavakirinê kiriye.’’

BANGA SEFERBERIYÊ

Temel destnîşan kir ku Semsûr ji ber krîza nebirêvebirinê ya desthilatê ji roja pêşîn a erdhejê ve bi tenê hatiye hiştin û got: "Ev, polîtîkayeke dewletê ye. Desthilatê, ev karesat kir krîz û ji bo vê xakê ji mirovan xalî bike koçberî teşwîq kir. Lê divê gel terka cih û warê xwe neke. Divê parastina bîr û çanda vir bike. Lewma divê her kes ji bo veavakirinê bibe seferber.’’

Temel destnîşan kir ku tişta Semsûrê ji pêyan bihêle, piştevanî ye.