Temellî: Desthilata AKP’ê diçe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelîl li navçeyên Çinar a Amedê û Bêgir a Wanê silav da gel. Temellî got: “Li hemberî stratejiya me serê wan tevlîhev bûye, nizanin çi bikin. HDP wê bi ser bikeve.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Bêgirê ya Wanê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re hat cem hev. Bi dehan maşîne tev li karwana Temellî û heyeta pêre bû û derbasî Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê bûn. Bi hezaran welatiyên li pêş buroya hilbijartinê kom bûn bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" Temellî û heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Aligrên AKP'ê yên li buroya AKP'ê kom bûbûn jî bi baltarî girseya HDP'ê temaşe kir.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, anî ziman ku ew wê di 31'ê Adarê de qeyûman bişînin Enqere û wiha got: "Yên ku me înkar dikin em wê di 31'ê Adarê de dersek baş bidin wan. Namzetên HDP'ê yên Bêgirê Yılmaz Şalan û Leyla Balkan, Namzetên HDP'ê yên Wanê Bedia Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci jî gel silav kirin. Namzet Bedîa Ozgokçe, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya grevê ya di pêşengiya Heveroka KCD'ê Leyla Güven de belavdibe silav kir.

TEMELLÎ: EM wê DI 31'Ê ADARÊ DE BERSÎVEK XWEŞIK BIDIN

Temelli, jî gel ilav kir û wiha got: "Yên ji mere dibêjin bicehimin, em wê di 31'ê Adarê de bersîvek xweşik bidin wan. Leyla Guven 136 rojin di greva birçîbûnê de ye. Em bibin qêrîna dengê wan. Bi hezaran girtî li girtîgehan di grevê de ne. Tenê daxwazek wan heye. Ew jî dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Diyar dikin ku heta edalet bê vî welatî wê aştiyê bixwazin û biparêzin. Li vî welatî bê hiqûqî heye. Ji ber ku 4 salin tecrîda girankirî heye. Her dera welat bûye agir. Me pir zilm û zordarî dîtiye, lê me tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û em bernadin." Temellî, anî ziman ku dixwazin wan perçe bikin, lê bi hezaran salin bi hevre dijîn û êdî kes nikare wan ji hev qut bike û wiha lê zêde kir: "Yên ji HDP'ê ditirsin her roj êrîş dikin. Peykerê Ehmedê Xanî hildiweşînin. Piştre dibêjin birayên me yên kurd. Em vê yekê qebûl nakin. Tirkiye êdî li cihanê bê qîmet bûye. 5 milyon mirov ji ber şerê li Sûriye koçber bûn. Şer li Idlibê didome. Divê em hemû ji sucê mirovahiyê xwe rizgar bikin. Siyaseta wan li ser derewan e. Li aliyekî S-400 dikirin. Wê 25 milyon dolar bidin S-400'yan. Lê bi vî 25 milyon dolaran dikarin hemû pirsgirêkên Wanê çareser bikin. Li şûna pereyan li çareseiyê xerç bikin li şer xerç dikin. Krîza aborî her diçe kûr dibe. Sewalkarî û çandini êdî qedandine. Fabrîqeyên şerir ên li vir tev girtin. Hemû polîtîkayên wan li ser derewan hatiye avakirin. Bi derewan hatin ê bi derewan biçin."

Temellî, anî ziman ku êdî dema aştî, demokrasiyê hatiye û wiha bi dawî kir: "Dem dema rêveberiyên herêmî bi demokrasî û aştiyê xwe bi rêve bibe. Em wê qeyûman paqij bikin. Ev gêzîk gezikên HDP'ê ne. Gezikên HDP'ê qeyûm paqij dike û li şûna wê demokrasî, aştî u azadiyê tîne. Em bang li hemu hilbijêran dikin ku biçin teqez dengê xwe bikar bînin. Divê teqez di 31'ê Adarê de her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bavêjin û li sindoqan xwedi derkevin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Gêl û Pîranê bi gel re hat cem hev. Buldan, li gel namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ên Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli û namzetên Gelê Gulistan Ensarîoglu û Mustafa Akkul ewil li navçeya Gelê gel silav kir. Buldan bu otobusa hilbijartinê li nava Gelê geriya û gel silav kir. Piştre bi meş derbasî navenda navçeyê bûn. Buldan û heyeat pêre piştî bi esnaf û welatiyan re hat cem hev û welatî silav kirin derbasi navçeya Pîranê bûn. Heyeta HDP'ê di ketina Pîranê de bi def û zurneyan hat pêşwazîkirin. Namzetên Pîranê Yasemin Uçer û Felat Aygoren bi karwanek mezin Buldan pêşwazî kir. Piştre bi karwanek mezin derbasi cihê hevdîtnê bûn. Gel bêyî li astengiya polîsan guhdar bikin bi hezaran herikîn qada hevdîtinê. Jin û ciwan li ber def û zirneyan govend gerandin.

Piştî namzetan gel silavkir Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervîn Buldan, bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat pêşwazikirin.

‘DE SERQEYUMÊ FÎLM ERDOGAN BE'

Buldan, anî ziman ku ew bi gelê xwe bawer dibin ku wiha got: "Em bi gelê xwe û gelê Pîranê bawer in. Em bawer dikin ku em ê encamek herî baş ji vir bistînin. Qeyûm hemû sazî xezp kir. Hemû nixên gel xezp kir. 8 roj man. 8 roj şûnde em wê qeyûman bişînin Enqere. 96 qeyûm hene. Dikarin tevan bikin filmek. Serqeyûmê fîlm jî wê Recep Tayyip Erdogan be. Dengê hûn di 31'ê Adarê de bidin di heman demê de ji bo îtîfıaqa gelê kurd û gelan e. Wan tu caran nexwist ku gelê kurd bibin yek. Lê em hatin cem hev. Di 31'ê Adarê de di serî de pîran, em me li her derê îtîfaq ava kir. Hemû cîhan wê zanibe ku wê Kurd li tu cihî winda nekin. Cihê ku we dixwazin kurd lê winda bikin, yekîtî û tifaqa kurd wê bi ser bikeve."

‘BILA BI LEZ OCALAN BI PARÊZERÊN XWE RE HEVDÎTIN BIKE'

Buldan, bal kişand ser girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gebze li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da wiha bi dawî kir: "Em carek din li vir bang li Wezareta Dadê u hikûmetî dikin. Hûn wê heta kengî çavê xwe ji mirinê re bigirin. Hûn wê heta kengî di tecrîdê de israr bikin. Girtiyan bedena xwe danîne holê û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em carek din dibêjin tecrîdê rakin. Bila parêzer û malbat bi rêk û pêk bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Mafê Ocalan ê herî hiqûqî ye ku bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Em bang li Wezareta dadê dikin ku bi lez dawî li tecrîdê bînin."