Temellî: Dem hatiye ku em pêşî li desthilatdariyê bigirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li bajarokê Akpazar ê Dersimê di mîtînga hilbijartinê de axivî û nerazîbûn nîşanî revandina cenazeyê girtiya siyasî Ayten Beçet da. Temellî got, "Dem hatiye ku em pêşî li van bigirin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di çarçoveya karê hilbijartinê de li bajarê Akpazar ê Dersimê bi gel re civiya.

Dersimiyan li ser Pira Seyîtan Temellî pêşwazî kirin û pê re çûn navenda Akpazarê.

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan û Serokwezîrê ESP'ê Şahîn Tumuklu bi Temellî re bûn.

Gel bi dirûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" Temellî pêşwazî kir û tevî berfê jî govend gerand.

Temellî ji gel re axivî û diyar kir, bi Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk wê bersiva herî baş ji Dersimê, ji Akpazari ji desthilatdariyê re bê dayin.

Temellî bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ku ya Leyla Guven 137 roj li pey xwe hişt û got, "Em careke din bang li Wezareta Edaletê dikin. Heta ku ev bêhiqûqî bidome, ev welat wê ber bi nebaşiyê ve biçe. Ji ber ku bêhiqûqî didome du mirovan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bide."

Temellî ji bo xurtkirina berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bang kir û nerazîbûn nîşanî revandina cenazeyê girtiya siyasî Ayten Beçet da ku li Girtîgeha Gebzeyê roja Şemiyê ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedayî kir.

Temellî got, "Ev desthilatdarî cenazeyan direvîne û zextê dike ku bi şev were veşartin. Mafê mirovan ê veşartina cenaze ji destê wan digire. Dîn dike amûreke siyasetê. Heman siyaset civaka Elewî weke welatiyên di asta duyemîn de dibîne, mafên wan desteser dike. Dem hatiye ku em li ber vê nêzîkatiyê rawestin. Em ê bi tifaqên xwe re bersiva herî xweş li ser sindoqê bidin desthilatdariyê."

Temellî piştre ji bo tevlî mîtîngê bibe berê xwe da navenda Dersimê.