Temellî: Bila Tirkiye jî ji Sûriyeyê vekişe!

Temellî li ser biryara DYE'yê ya vekişîna ji Sûriyeyê got, "Bila hemû hêzên derve ji Sûriyeyê vekişin. Bila DYE vekişe, Tirkiye û Rûsya jî vekişe."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî serdana rêxistina partiya xwe ya Amedê kir. Temellî piştî serdanê bersiv da pirsên rojnamevanan.

'PÊVAJOYA KRÎTÎK DEST PÊ KIR'

Temellî bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 43'an de ye û got, "Ev greva birçîbûnê rabûna li ber tecrîda li Îmraliyê ye, daxwaza ji bo dawîanîna tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Ev greva birçîbûnê girîng e. Ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê ye."

Temellî careke din bang li raya giştî ya Tirkiyeyê kir û got, "Em di roja 43'an de ne û weke ku doktorên Birêz Leyla Guven eşkere kirin, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hene, li xwe kêm kiriye û dema krîtîk dest pê kiriye. Bêyî ku dereng bikevin divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Ji bo vê jî lazim e tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Di vê mijarê de bi lez gav dikare bê avêtin û divê parêzer karibin biçin Îmraliyê."

'DIVÊ TIRKIYE JÎ JI SÛRIYEYÊ VEKIŞE'

Li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser vekişîna ji Sûriyeyê Temellî got, "Nêrîna me zelal û eşkere ye. bila hemû hêzên derve ji Sûriyeyê vekişin. Bila DYE jî vekişe, Tirkiye jî Rûsya jî vekişin. Bi dîtina me, divê hemû hêzên derve vekişin, gelên Sûriyeyê li ser paşeroja xwe biryarê bidin."

Temellî diyar kir, ji bo dawî li lîstikên şer ên li Sûriyeyê bê anîn divê Neteweyên Yekbûyî tavilê li hev bicive û ji bo aştiyê helwestekê nîşan bide.