Temellî: Bêpilaniya wan bi dijminahiya li Kurdan dinixumînin

Parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser lêhî û şewatan û got: “Bê kêrbûn, bêpilanî û bernamebûna wan hewl didin bi dijminahiya li Kurda dinixumîne.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, têkildarî lehiya li Gundê Xaşkan a girêdayî navçeya Elbakê rabû, li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist.

Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Muazzez Orhan û Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan beşdarî civînê bûn. 

Mûazzez Orhan a HDP’î, di civînê de axivî û xwest herêmên lehî lê rabûn weke herêmên karesatê bên îlankirin. 

Piştre parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, axivî û diyar kir ku li pişt hemû karesatên rû didin, krîza avhewayê heye. Temellî, da zanîn ku li tevahiya cîhanê karesat hene, lê yek ji wan jî ne weke yên li Tirkiyeyê mezin û zirarê didine.

Temellî, anî ziman ku desthilatdarî li şûna ku pêdiviyên mirovan pêşwazî bike, li dû şowê ye û wiha got: “Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû. AKP û MHP wekî karesatek siyasî bi ser welat de ketine. Em hem bi karesatên siyasî û hem jî bi karesatên xwezayî re mijûl dibin. Li herêmê karesatek mezin rû da ye û rewşek giran tê jiyîn. Divê ekîbên tenduristiyê bi lezgînî bên vê derê, alîkariya xurekê bê kirin û pêdiviyên welatiyan ên lê mayînê bên temînkirin. Lê li şûna vê yekê bikin li dû şowê ne. Bê kêrbûn, bêpilanî û bernamebûna wan hewl didin bi dijminaiha li Kurda dinixumîne.”

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fikret Dogan jî, got di encama lêkolînên ku wan li Xaşkanê kirin de, di encama herikîbûna avê ya di kanalek ku 3 sal berê hatiye çêkirin de lehî rabû. Dogan, da zanîn ku divê tavilê birînên gel bên pêçandin.