Temel: Kurd pişta hev bigirin wê xurtir bin

Serokê Komeleya Bawerî û Çandê ya Ehmedê Xanî Mehmet Saît Temel diyar kir, ku li gel zexta dewletê jî ew ê xebatên xwe yên ziman, çand û hunerê bidomînin. Temel got, Kurd êdî derfetên wan hene ku bikaribin dengê xwe bigihînin dinyayê.

Serokê Komeleya Bawerî û Çandê ya Ehmedê Xanê ya Êlihê, nivîskarê Kurd Mehmet Saît Temel ji ANF’ê re axivî...

'EM XANÎ JI XWE RE MÎNAK DIBÎNIN'

Temel got ew bi komeleya xwe hewl didin ku di rêça Xanî de bimeşin û wan şexsiyet û ramanê Xanî ji xwe re kirine mînak.

Temel diyar kir ku ew di komeleya xwe de dersên çandî, huner û zimanê didin, dersên Erebî, Kurdî, Soranî û Zazakî bê pere didin. Her wiha got ew bi rêveberiya xwe rojên xwendinê jî dikin, di van rojan de dîwanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şîroveya Qur’anê dixwinin.

'BI REWŞA AWATE XEBATÊN ME TÊNE ASTENGKIRIN'

Temel diyar kir bi Rewşa Awarte gelek saziyên Kurd hatine girtin, her çendî ew Kurdistanî bin jî hewl didin ku xwe ji siyasetê dûr bigirin, ji bo çand û zimanê Kurdî dixebitin. Temel got bi Rewşa Awarte re xebatên wan jî hatine astengkirin û wiha dewam kir: "Ji bo ku çand û hunera Kurd tine nebe me li ber xwe dida. Me hewl da ku di mijara dîn û baweriyê de agahiya rast bidin. Ji bo vê jî weke gelek saziyên Kurd ên ku bi BHQ’yan hatin girtin ti astengî nejiyane lê di xebatên xwe de li pêş me jî astengî hene û xebatên me sînordar bûn." Temel anî ziman, ku îsal wan xwestine pêşbaziya helbestan çêbikin lê Walitiyê destûr nedaye wan.
 
'DERFETÊN ME HENE KU EM DENGÊ XWE BIGIHÎNIN DINYAYÊ'

Temel destnîşan kir, ku divê Kurd pişta hev bigirin û got,"Em Kurd heke em pişta hev bigirin, dest bidin hev, em ê xurtir bin û bêhtir bikaribin biafirînin. Ku derfetên wiha hebin çima em vê nekin."

'TIŞTA KU JI EREB Û TIRKAN RE HEQ E, JI BO ME JÎ HEQ E'

Temel herî dawî got, "Divê em giringî bidin Kurdî, zimanê xwe, di hemû qadên jiyanê de divê em bi  zimanê xwe bidin û bistînin. Zimanê me weke şîrê dê li me helal e û heqê kesî nîn e ku vê biguherîne. Dewleta Tirk gelek caran xwestiye ku zimanê me tine bike, hê jî vê dike. Nivîskarekî Amerîkî gotiye, 'heke di dînekî de tiştin li hinan qedexe bin û li hinan ne qedexe bin ew dîn ne dînê Xwedê ye'. Tişta ku ji bo Ereb, Tirkan heq tê dîtin çima ji bo Kurdan heq nayê dîtin."