'Tembûra min êşa dilê min sivik dike'

Dayika Murvet Demîr diyar ku piştî 4 zarokên wê tevlî nava refên PKK’ê bûn û du zarokên wê şehîd ketine, dest bi nivîsandin û xwendina Kurdî kiriye. Dayik Demîr got, li ser her çar zarokên xwe yên gerîla stran çêkiriye.

Ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1988’an de bi sedan gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û şewitandin. Gundê Firdewsê yê navçeya Lice yê Amedê jî yek ji van gundan e. Malbata Demîr a ji gundê Firdewsê ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi dare zorê jî nepejirandibû û ji ber xwestekên dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hate velakirin. Dayika Murvet Demîr (54) ku dayika 9 zarokan e jî ji ber zextên dewletê koçî Amedê kir. 4 zarokên dayika Murvet ji ber êş û zextên li ser gelê Kurd ji kûrahiya dîlê xwe hîs kirin û berên xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê bûn. Piştî zarokên dayika Murvet tevlî gêrîla dibin û du zarokên wê li cihên cuda jiyana xwe ji dest didin û ew jî êşa xwe bi nivîsandina klaman û stirandina klaman vedibêje.

‘JI BO KEÇA XWE STIRAN NIVÎSAND’

Dayika Murvet Demîr piştî zarokên wê tevlî nava refên gerîla dibin, ew jî dest bi hînbûna xwendin û nivîsandina Kurdî dike. Ligel temenê xwe yê mezin jî demek kurt de hînî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe. Piştî dayika Murvet hînî xwenendin û nivîsandinê dibe dest bi lêxistin tembûrê jî dike û êşa xwe ya salan bi klaman vedibêje. Em li navçeya Baglar a Amedê bûn mêhvanê dayika Murvet Demîr me jê pirs kir û wê jî bi hemû dilnizmiya xwe bersiv da pirsên me. Ji beriya ku em li ser çîroka dayika Murvet ya tembûrê û hewldana wê ya nivîsanda Kurdî bibin, dayika Murvet stirana ji bo keça xwe ya gerîla Yadîgar Demîr nivîsandiye bi awaza xwe ya xweş vegot û dilê me xweş kir.

‘JI BO ZAROKÊN XWE DEST BI XWENDIN Û NIVÎSANINÊ KIR’

Dayika Murvet Demîr dibêje ji ber zext û ferzkirina cerdevaniya bi dare zorê jî nepejirandibû û ji ber xwestekên dewleta dagirker bi cih neanîbûn, gundê wan ji aliyê leşkeran ve hate velakirin û wiha axivî: "Ji ber zextên dewletê em necar man ku koçî Amedê bikin. Ez dayika 9 zarokanim, 4 zarokên min ji ber zilma dewletê qebûl nekirin berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Du zarokên min şehîd ketin û du zarokên min jî li serê çiya têdikoşin. Piştî çûyîna zarokên min, min dest bi xwendin û nivîsanê kir. Piştî ez hînî xwendin û nivîsandinê bûm, ji bo ku ez êşa dilê xwe sivik bikim û dawî li tenêbûna xwe bînim min dest bi karê hunera destan kir."

‘YEKEMÎN STRANA MIN LÊXIST ROJ BAŞ BÛ’

Dayika Murvet Demîr got:“Dema kurê min Felat şehîd ket ji bo ez xemgîniya xwe sivikbikim min dest bi karê hunera destan kir, carna jî min xelet çêdikir û min ji binî xirabdikir û ji serî de çêdikir. Piştî demekê Nazilê min jî şehîd ket û êşa dilê min kûr bû. Heta demekê kurê min yê mezin Osman hate li ba min û got, dayê êdî van tiştan çêneke ji bo xwe tembûrê lêxe û fêrî tembûrê bibe. Min ji kurê xwe Osman re got, ez ê bikarim hînî temûrê bibim û kurê min jî got erê dayê tuyê hîn bibî. Wê demê tembûra Osmanê min du têlên wê hebûn û kurê min ji min re noteyên klaman li ser perdeyên tembûrê danîn û heta demekê hêdî hêdî min çend stirand derxsitin. Her rojên yekşeman kurê min dihat ji bo min noteyên cuda li ser perdeyan dixist û bi wê re ez hêdî hêdî hîn bûm. Piştî ez hînbûm, hevserê min got, ez ê biçim ji bo te tembûrekê bistînim. Ji bo sebra xwe bidim tembûrê û hişê min neçe li ser êşa min, min lêxistina tembûrê pêşxist. Ez pir ji tembûra xwe hez dikim, tembûra min êşa dilê min sivik dike.”

‘BI KLAMAN ÊŞA XWE VEDIBÊJIM’

Dayika Demîr anî ziman ku li ser zarokên xwe yên tevlî nava refên gerîla bûye stiran nivîsandiye û ev tişt got: “Zêdetirî 10 sal e ez tembûrê lêdixim û klaman dibêjim. Dema dilê min diêşe û ez xerîbiya zarokên xwe dikêşim klaman dibêjim û êşa xwe bi vegotina klaman diqêrim. Ez klaman ji hêza şehîdên xwe digrim û dibêjim. Dilê min tijiye û ez behra dilê xwe bi qêrkirina klaman sivik dikim.  Êşa dilê min ez kirim stiran bêj û tembûrvan. Ez ji derdê xwe re tembûrvan û stran bêjim. Stiranên min ji hemû bi êşê derketine holê”

‘DILÊ MIN BIHARAN KÛR DINALE’

Dyika Murvet Demîr da zanîn ku wê li ser her çar zarokên xwe yên gerîla jî stiran nivîsandiye û dibêje. Dayika Demîr bilêv kir ku di biharê de kurê wê Feleta Şehîd ketiye û di biharê de jî kurê wê Nazil jî tevlî gerîla bûye û wiha got: “Dema baran biharê jî hûr hûr dibare ez pir hezdikim, ez hatim li ber derê şaneşînê rawestiyam û li baranê nêrî û wê demê qet keyfa min jêre nehat. Li ser şaneşînê ji û demsala biharê jî ev stiran nivîsand. Min got, bihare û xweş bihare. Baran hûr, hûr dibare. Dilê dayika Felat û Nazilê min kûr dinale.”