'Têkoşîna PKK’ê êdî bûye cîhanî'

Endamê Komîteya Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ Newroz Fazil bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û got: "Têkoşîn û karê PKK'ê ji asta herêmê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kiriye, bûye mirovahî û cîhanî."

Hewldanên ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li gelek welatên cîhanê dest pê kiriye û niha kampanyaya îmzeyan ya ji bo derxistina navê PKK’ê ji wê lîsteyê li 30 welatan tê rêvebirin û didome.

Di çarçoveya vê kampanya seranserî cîhanê de li Başûrê Kurdistanê bi rêzê ve li Silêmanî, Kerkûk û Kelar kampanya hate ragihandin û her diçe ev kampanya li nava gel belav dibe û piştevanî xurtir dibe.

Têkildarî tevlîbûn, belavbûn û têkoşîna PKK’ê Endamê Komîteya Derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ Newroz Fazil ji ANF’ê re axivî.

‘TÊKOŞÎNA PKK’Ê BÛYE TÊKOŞÎNEKE MIROVAHÎ Û CÎHANÎ’

Fazil ewilê bal kişand ser dîrok û rola PKK’ê ya li herêmê û got: “PKK li herêmê xwedî dîrokeke welê ye ku salên dûr û dirêj xizmet ji bo civakê û gelê herêmê kiriye. Vê ked û xebatê jî li Kurdistanê û herêmê derbas kiriye belkû ketiye asta xebateke ji bo hemû Rojhilata Navîn, mirovahî û cîhanê.” 

‘HER DIÇE DI ASTA CÎHANÎ DE PIŞTEVANÎ XURT DIBE’

Endamê Komîteya Derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ Newroz Fazil destnîşan kir ku her diçe piştevaniya kampanyê zêde dibe û wiha domand: “Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê li seranserî cîhanê xebateke baş heye, her diçe fireh dibe. Ev jî dihêle ku aştiyeke ji bo Rojhilata Navîn, herêm û Tirkiye pêk bê. Kurd jî xwedî heq û mafê xwe ne, ji bo wê ye mijara derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê xwedî girîngiyeke mezin e.”

‘MAYÎNA PKK’Ê LI LÎSTEYÊ TÊ WATEYA NERAMABÛNA ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ’

Fazil bal kişand ser metirsiya mayîna PKK’ê ya li ‘lîsteya terorê’ û ev nirxandin kir: “Eger ku PKK li lîsteya terorê bimîne, herêmên Rojhilata Navîn aram nabe, heta dikarîn bêjin cîhan jî aram nabe. Ji bo wê ev pêngav girînge ku rayeke giştî derxînin beşdariyeke zêde ya kesayet, rewşenbîr û siyasetmedarên navxwe û cîhanî bikin û balê bikişînin ser vê mijara taybet a derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê. PKK ji lîsteya terorê dernekeve wê şer, karesat û qetlîam li herêmê berdewam bikin.” 

‘ZILM Û STEMKAR TEROR IN’

Her wiha li nava gel jî piştevaniyek xurt ji bo kampanyê heye û welatiyê bi navê Barzan Babaşêx jî piştgirî da kampanyê.

Babaşêx anî zman ku PKK bi zanabûn hatiye xistina lîsteya terorê û ew bi çavê xwe dibînin ku PKK jiyanek azad û keramet dijî.

Babaşêx destnîşan kir ku divê ew bikevin lîsteya terorê ku li ser erdê zilmê û stemkariyê dikin ên weke Tirkiye, Emrîka, Rûsya û hikûmetên dîktator in.

‘PKK ROJ E’

Baba şêx li ser pirsa çima PKK li lîsteya terorê ye got: “Ji ber ku PKK roj e, ew stêrên ku xwe bi demokrasîiyê binav dikin ronahiya wan namîne.”