Têkoşîna hevpar, berxwedana hevpar

Bayik: ‘’Heke li cem hêzên demokrasiyê yên Kurd ev zelalî çêbibe, heke li nav rewşenbîran, nivîskaran, li nav hêzên çepgir û sosyalîst ev zelalî çêbibe, bernameyeke demokrasiyê ya pir vekirî û zelal dikare were derxistin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got li dijî desthilatdariya faşîst a qirqer pêdivî bi eniya dijfaşîst a  hêzên demokrasiyê û çepgir heye û wiha domand: ‘’Heta ku li dijî faşîzmê eniya dijfaşîst a herî berfireh neyê avakirin, heta ku li dijî faşîzê rengê çalakiyê yê herî berfireh neyê danîn, heta xeta têkoşînê ya ku wê faşîzmê bi paş bixîne neyê avakirin, heta ku bernameya demokrasiyê neyê danîn, ne pêkan e ku mirov bikaribe wijdan û dadmendiyê bike nirxê sereke yê civakê.’’

Bayik rewşa Kurdistanê û Tirkiyê şibande bêdengiya beriya bahozê û got, li Tirkiyê şerekî navxweyî yê siyasî tê jiyîn, li dijî Tevgera Azadiya Kurd, hêzên demokrasiyê şerekî  germegerm e tê kirin.

Bayik diyar kir desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwazin lîderê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî bigirin û got, ‘’A ku wê Tirkiyê bike demokratîk û doza Kurd çareser bike, tenê û tenê têkoşîna hêzên demokrasiyê, hevalbendiya hêzên demokrasiyê ye’’.

‘ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SIYASÎ HEYE’

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik got, tê xwestin ku li eniya Tirkiyê Kurd nikaribin hilmê jî bistînin û wiha domand: ‘’Ango ji bo ku tê xwestin têkoşîna azadiyê ya Kurdan, daxwaza azadiyê ya Kurdan bi temamî were fetisandin li eniya Tirkiyê zext û zordarî hatine zêdekirin.

Li Kurdistanê û Tirkiyê pergaleke wiha ya zilmê hatiye danîn. Ji bilî yên ku destekê didine AKP’ê her kes ji rewşa Tirkiyê ya berdest, ji faşîzma AKP-MHP’ê, ji polîtîka û kirinên faşîzma Tayyip Erdogan- Devlet Bahçelî aciz e. Bi hişmendiya Tayyîp Erdogan, bi polîtîkayên vê faşîzmê Tirkiye ji hev bûye du beş. Di dîroka Tirkiyê de ti caran civak wiha ji hev nebûye du beş. Bêguman partiyên cihê çêbûne, lê têkoşîna siyasî ya van partiyên cihê wiha tund, tûj, ji ev dabeş nebûye û rewşa rewşa şerê navxweyî yê siyasî derneketiye holê. Niha rewşa li Tirkiyê bi teqezî şerê navxweyî yê siyasî ye. Bêguman li dijî Tevgera Azadiya Kurd, ji dilî hêzên demokrasiyê şerekî germegerme heye.

‘’PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ HEYE KU FAŞÎZMÊ BI PAŞ BIXÎNE’

Bayik bal kişande ser Çalakiyên Wijdan û Dadmendiyê yên HDP’ê ku li Amedê dest pê kirî, piştre, li Stenbolê, Wanê dom kirî û niha li Îzmîrê didom wiha got:

Ev reng çalakî jî ji hêla têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan ve girîng e. Lê heta ku li dijî faşîzmê mirov derdorên herî berfireh neyîn cem hev, heta ku mirov bi rêbazên dewlemend, rengê çalakiyê yê herî karîger dernexîne holê, mirov nikare faşîzmê bi paş ve bixîne. Wijdan û dadmendî bi têkoşîna demokrasî û azadiyê dikare were geşkirin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê dikare dadmendî û wijdanê serwerî civakê bike.

Siyaset bi têkoşîna azadî û demokrasiyê dikare bi sincê, dadmendî û wijdanê nêzî civakê bibe. Naxwe mirov ji desthilatdarên faşîst nikare hêvî bike ku ji ber xwe bi dadmendî û wijdanê tevbigerin, dadmendî û wijdanê bikin nirxê civakî, bikin nirxê siyasî. Ji bo vê jî, ji bo ku dadmendî û wijdan were pêdivî bi têkoşîna demokrasî û azadiyê heye ku faşîsmê bi paş ve bixîne. Pêdivî bi xeta rêxistinî û çalakiyê ya bi wî rengî heye ku faşîzmê bi paş bixîne. ’Heta ku li dijî faşîzmê eniya dijfaşîst a herî berfireh neyê avakirin, heta ku li dijî faşîzê rengê çalakiyê yê herî berfireh neyê danîn, heta xeta têkoşînê ya ku wê faşîzmê bi paş bixîne neyê avakirin, heta ku bernameya demokrasiyê neyê danîn, ne pêkan e ku mirov bikaribe wijdan û dadmendiyê bike nirxê sereke yê civakê

‘ÇARESERIYA DOZA KURD TENÊ BI TÊKOŞÎNÊ YE'

Bayik bi domdarî got li pêşberî me hêzeke wiha heye ku dixwaze vîna Kurdan bişkîne, qira Kurdan bîne wiha domand: Wê demê li dijî vê wê têkoşîneke domdar were kirin. Li dijî vê desthilatdarî ji bilî avakirina civaka demokratîk û rêxistinkirî û têk têkoşînê ti rêyeke dî nîn e. Mirov nikare ti tiştî ji vê desthilatdariyê hêvî bike. Mirov nikare ji vê desthilatdariyê çareseriya siyasî, gavên demokratîk hêvî bike. Demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya doza Kurd tenê bi têkoşîna dijî vê desthilatdariyê û bi têkbirina wê pêkan e. Ji bo vê jî hêvîkirina tiştekî ya ji vê desthilatdariyê, hêvîkirina tiştekî ya ji vê partiya siyasî xeletiyeke pir mezin e. Ya ku wê Tirkiyê demokratîk bike û doza Kurd çareser bike, tenê û tenê têkoşîna  hêzên demokrasiyê ye, hevalbendia hêzên demokrasiyê ye. Têkoşîna antîfaşîst ya bi hevalbendiya hêzên demokrasiyê, têkoşîna dijî qirkirinê divê bê navber bidome. Heke li cem hêzên demokrasiyê zelaliyeke wiha çêbibe, heke li cem hêzên demokrasiyê yên Kurd ev zelalî çêbibe, heke li nav rewşenbîran, nivîskaran, li nav hêzên çepgir û sosyalîst ev zelalî çêbibe, bernameyeke demokrasiyê ya pir vekirî û zelal dikare were derxistin.’’