'Têkoşîna hevpar a gelan çareseriya krîzan e'

Hevserokê KODAR'ê Fûat Bêrîtan bal kişand ser raperîna li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got, "Yekane rêya azadî û wekheviyê, têkoşîna hevpar a gelan e. Bi têkoşîna hevpar a gelan, krîz dikarin bêne çareserkirin."

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan li ser rewşa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, serhildan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Fûat Bêrîtan bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di vê pêvajoyê de yek ji xala herî girîng rewşa Rêber Apo ye. Bi ti awayî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Yekane daxwaza gelê Kurd nehiştina vê siyasetê û girtina Girtîgeha Îmralî ye.”

Hevserokê KODAR’ê qala Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kir û ev nirxandin kir: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku hemû Îran li xwe girtiye, li seranserî cîhanê xwedî piştevanî û pişt e. Çavkaniya vê felsefeya Rêber Apo ye ku hemû civakê ji vê alozî û xwe ji destê dijmin rizgar bike ye.”

‘ZEXT Û ZILMÊ KIR KU CIVAK SERÎ HILDE’

Fûat Bêrîtan destnîşan kir ku niha li Rojhilata Navîn şereke cêwaz û berfireh tê kirin û got: “Îran ji hemû welatan zêdetir rû bi rûyê pirsgirêk û aloziyan bûye. Rojane bêkarî, hejarî, zilm û zexta rejîma Îranê li ser hemû pêkhateyên herêmê bi taybet li ser jin û ciwanan zêdetir bûye. Zext û zilma li ser hemû beşên civakê û dîsa xelkê nerazî serî hildaye, li gel vê jî cezayê darvekirinê ya siyaseta serkutkirin û tirsê ya rejîma dagirker a Îranê ji bo çalakvanan destpêka qonaxeke nû ye

‘A NIHA GIRÎNG AVAKIRINA ENIYEKE DEMOKRATÎK E’

Her wiha xurtbûna nerazîbûnên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li ser daxwazî û demokratîkbûnê bûye destpêka qonaxeke nû ya li berxwedan û têkoşîneke nû ya serdemê. A niha herî girîng ew e ku di vê qonaxê de avakirina eniyeke demokratîk ku bikare serhildan û nerazîbûnên heyî bi awayeke bi bandor rast araste bike, maf û daxwazên gel bi dest bixe. Pêkanîna eniya demokratîk û hevpar a gelan, destpêkirina qonaxeke nû ya nerazîbûna gelan û daketina ser kolanan; ev yek jî yekan erê û rêbaza bicihbûna yeksanî û azadî ye. Sîstema heyî li ser bingehê serkutkirin û zilmê ya li ser gelan e; li gel dewleta Tirk dagirker ketiye nava peywendiyan. Dewleta Tirk jî li gorî berjewendiyên xwe, hewl dide ji xalên lewaz û qels ên Îranê sûdê bigire, vê rejîmê bigire gel xwe, bixe nava şer. Tevgera Azadiya Kurd bi saya yekîtî û gerîla li asta xwe ya herî bi hêz e. Vê pîlan û projeyên heyî eşkere û kifş bûye.”

‘TI HÊZ Û DEWLET NIKARE XWE LI BER BEREYÊN NERAZÎ BIGIRE’

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan li ser pêşketina têkoşîna li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her wiha rêbazên têkoşînê jî ev nirxandin kir: “Di van rojan de li kolaên Îranê rêbazeke nû ya têkoşînê bi pêşengtiya jin û ciwanan derketiye pêş. Eger desthilat rast û dirust nêzîk nebe, guh nede daxwazên gelan, wê demê wê siberojê derfetê wê nebîne. Yekan e rê li ber rejîma Îranê ji bo ji vê qeyranê rizgar bibe, bi rêya demokratîk çareserkirina pirsa gelê Kurd û gelên din ên Îranê ye. Divê Komara Îslamî ya Îranê vê baş zanibe, siyaseta darvekirin, girtin û êrîşê ya li ser çalakvanên siyasî, karker, hemû bereyên nerazî; ti hêz û dewletek nikare xwe ji vê rizgar bike. 

‘GELÊ KURD E XWEDÎ PROJE Û NEXŞERÊYA HERÎ GUNCAV E’

Niha li pêşiya sîstem û desthilata Îranê du vebijêrk hene, an wê şer bike yan jî wê guherîneke çandî û demokratîk hilbijêre. Bê guman çavkaniya pirsgirêk û aloziyên niha yên Îranê ew e ku nebûna demokrasî, bersiv nedayîna gelê Kurd û gelên din, her wiha guh nedayîna daxwaz û mafan e. Heta niha rejîma desthilat ji vê encam dest nexistiye ji derveyî kuştin, trajî û malwêraniyê tiştek din bi dest nexistiye. Di roja îro de Kurd li hemû navçeyan bûne pêşengê hevpeymaniyeke demokratîk li gel gelên din û hêzên din jî tevlî rêbaz û guherînên demokratîk dike. Çawa ku parçekirina Kurdistanê bû sedemê cuda cuda bû sedemê herêmeke bi krîz ên li Rojhilata Navîn heman demê avakirina hevpeymaneke demokratîk û çareserkirina pirsa Kurd û gelên din ên li Îranê zilm lê hatî kirin, bi heman rengî dikare bibe çareseriya krîz û aloziyên heyî. Gelê Kurd û Tevgera Azadî xwedî proje û nexşerêya herî guncav e, dikare Îranê bigihîne wê asta ku bibe yek ji nimûneyên demokratîk li hemû herêmê. Ev yek ne rê û rêbazeke ya parçekirina û hilweşandina dewletê ya li ser vê erdnîgariyê ye. Ji xwe pêwîstiya gelê Kurd bi rêyeke wiha nîne. Kurd, Belûc û gelên din vebijarteka demokrasiyê hilbijartine. Hinek alî û tevger rêya demokrasî û projeya rasteqîn ku xizmeta civakê dike, serhildana civakî ya li Îranê û Kurdistanê, xeta Parastina Cewherî û rewa bike qurbanê şer û desthilata xwe. Ev yek jî dikeve xizmeta berjewendiyên sîstema paşketî ya avxwe û emperyalîzmê. Sîstem û modela Rojavayê Kurdistanê nîşanî me dide ku Kurd ne li gel cudabûn û kûrkirina krîzan e. Li ser bingehê çareseriya demokratîk û rast bi israr in.”

‘TÊKOŞÎNA GIRSEYÎ Û DAKETINA KUÇE Û KOLANAN’

Fûat Bêrîtan da xuyakirin ku Komara Îslamî divê êdî vê yekê zanibe bi rêbaza tirs û dudiliyê nikare pirsgirêkan çareser bike. Bêrîtan anî ziman ku bi vî rengî derfet û rêyên çareseriya demokratîk ji dest dide, bazneyê dorpêç û ambargoyê li ser xwe teng dike û got: “Netewdewlet û rêbazên netewegerî çareserî naîne. Divê Komara Îslamî ya Îranê xwe ji siyaseta zext, serkutkirin, desteserkirin, êşkencekirin, qedexekirin, darvekirin, tirs û revandinê dûr bigire. Çiqas dewlet xwe ji vê yekê dûr bigire, ewqasî gel û aliyên cêwaz bawarî bi wê zêdetir bibe. Ev yek jî dibe sedemê ku avakirina derfetan ji bo çareserkirina pirsgirêkên du alî ku salên dûr û dirêj hene. Lê ji ber niha nebûna vîn û cesareta desthilatê ya çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêkan, ji bo gel yek rê maye ew jî têkoşîna girseyî û daketina ser kuçe û kolanan e.”

‘DEMOKRATÎKBÛN Û HEVPARIYA GELÊN ÎRANÊ RÊBAZA HERÎ BAŞ DIBÎNIN’

Hevserokê KODAR’ê wiha domand: “Me KODAR’ê berê projeya xwe ya ji bo demokratîkkirinê pêşkêş kiribû. Projeya me li ser bingehê rêxistinkirin û azadiya gelan e. KODAR ne rewşa niha ya civakî û desthilatê qebûl dike, ne jî dikeve cihê hêzên derveyî. Em demokratîkbûn û hevpariya gelên Îranê rêbaza herî exlaqî û siyasî dibînin. Kurd ne tenê weke hebûnek siyasî, belkû bi pêşxistina nasname û siyaseteke nû dibe pêşengê bingehîn a civaka demokratîk û azad.”

‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE YEK JI XALÊN HERÎ GIRÎNG REWŞA RÊBER APO YE’

Fûat Bêrîtan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev anî ziman: “Di vê pêvajoyê de yek ji xala herî girîng rewşa Rêber Apo ye. Bi ti awayî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Yekane daxwaza gelê Kurd nehiştina vê siyasetê û girtina Girtîgeha Îmralî ye. Divê her welatparêzeke Kurd û mirovê azadîxwaz vê rewşa Rêber Apo qebûl neke û li dijî derkeve. Vê siyaseta tê meşandin şermezar bike, bi rengekek herî baş raya giştî ya cîhanî ji vê yekê haydar bike. 

‘ŞOREŞA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BERHEMA FELSEFEYA RÊBER APO YE’

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku hemû Îran li xwe girtiye, li seranserî cîhanê xwedî piştevanî û pişt e. Çavkaniya vê felsefeya Rêber Apo ye ku hemû civakê ji vê alozî û xwe ji destê dijmin rizgar bike ye.

‘DEM DEMA XWEDÎDERKETINÊ YA LI RÊBER APO YE’

Ji bo wê divê her mirovê xwedî wijdan, li hember rewşa metirsîdar a Rêber Apo û girtiyên din ên siyasî, bi hemû hêz û kêrhatiyên xwe ji bo azadî û di çarçoveya dirûşma ‘Dem Dema Xwedîderketinê ya li Rêber Apo ye’ girîngî bide serhildan û nerazîbûnên heyî.”

‘CIHÊ XWE DI NAVA ÇALAKIYAN DE BIGIRIN’

Herî dawî Bêrîtan diyar kir ku rewşeke ne aram li Îranê derketiye û desthilat nikare weke berê siyaseta xwe ya der mirovî û dijî gel bidomîne û got: “Tevlîbûna cemawerî ya ji hemû ast û beşan dikare siberoja Îranê diyar bike. Ji bo pêşîgirtin û tinekirina metirsiyên li ser serhildan û nerazîbûnên heyî, divê hemû beşên cuda yên civakê, cih di nava çalakiyan de bigirin bi taybet jin û ciwan.”