Têkoşîn û îdîayên li ser petrola Kerkûkê

Têkoşîna li ser petrola Kerkûkê didome. Piştî ku artêşa Iraqê û Heşdî Şebî Kerkûk û derdora wê bi dest xist hin îdîayên li ser petrola Kerkûkê derketin holê.

Beriya ku DAIŞ 2014’an bikeve Şengalê, Mûsilê û derdora wan petrolên Kerkûkê ku piranî di dest hikûmeta navendî ya Iraqê de bû, bi giştî ji hêla hikûmeta navendî ve dihate îxrackirin.

PÊVAJOYA KU BI DAIŞ’Ê RE DEST PÊ KIRÎ

Piştî ku DAIŞ hate herêmê rezervên petrolê yên ku ketin destê PDK’ê 2014’an bi peymaneke bi Tirkiyê re di ser xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê re di ser Tirkiyê re hate herikandin.

Piştî ku hikûmeta navendî ya Iraqê 16’ê Cotmehê Kerkûk û derdora wê ji kontrola PDK’ê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê derxist, ku hê li ser petrola Kerkûkê têkoşîna serweriyê didomiya, hin îdîa derketin holê ku li ser petrola Kerkûkê bi hin hêzan li hev kirine.

Di rewşeke wiha de ku ji bo bibin serwerê petrola Kerkûkê Îran û Tirkiye û hêzên navdewletî ketibûn pêşebaziyê hin îdîa derketin holê.

Hin ji van îdîayan ew bû ku dihate gotin ji bo petrola Kerkûkê Iraqê û fîrmaya BP’ê ya Ingilistanê li hev kirine. Organên weşanê yên PDK’ê jî diyar kirin ku Iraq û Îranê li hev kirine.

Yek ji îdîayan jî Serokê Komîsyona Petrol û Gazê ya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê Ahmed Askerî diyar kir. Askerî got beşek ji petrola ku ji Baba Gurgur, Cimbûr û Xebazê ya Kerkûkê bi tankêran ji Îranê re tê şandin.

Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand ku Wezareta Petrolê ya Îranê ji bo ku petrola Kerkûkê bibe Kirmanşan, Erak, Tehran û Tebrîzê milikên xwe çikandine.

Midûrê SOMO, Şîrketa Petrolê ya Bakur berê diyar kiribû ku petrola Kerkûkê tenê ji bo Kirmanşanê tê veguhaztin. Wezareta Petrolê ya Iraqê beriya bi çend rojan gotibû wan îxraca petrolê rojê ji 30 hezar warîlî hildane 60 hezar warîlî.

Ev reqem nîşan didin ku petrola ku ji Îranê re diçe zêde bûye û piştî vê destwerdanê berjewendiya Îranê zêde bûye.

BERIYA 16’Ê COTMEHÊ HAZIRÎ HATIBÛN KIRIN

Ji bo petrola Kerkûkê dîsa biçe Kerkûkê diyar bû ku Tîrmehê wezaretên Îran û Iraqê haziriyên peymanekê kiribûn.

Pisporê enerjiyê Dr. Bêwar Xinsî diyar kir ku Îran û Iraq ji bo petrola Kerkûkê ji bo Îranê were veguhaztin beriya niha li hev kiribûn û wiha got: ‘’3 plan kirin;1- Biryardayin ku petrol bi rêya rêveberiya xwecih a Kerkûkê ji bo Îranê were firotin. 2- Biryar were standin ku petrola Kerkûkê bibin Beyciyê û ji wir bi xeta boriyê ya ku diçe Hadîseyê bidin Îranê. 3- Bidestxistina xeta boriyê ya petrolê û wiha jî firotina wê.’’

KURD DI PETROLÊ DE TÊNÊ BÊKERKIRIN

Xinsî diyar kir ku Bexda ji bo ku petrola Kerkûkê ji Herêma Kurdistanê derxîne hewl dide ku xeta boriyê ya Kerkûk- Ceyhanê nûjen bike û got: ‘’Iraq li ser vê meselê pir radiweste. Lê nûjenkirina vê bi kêmanî wê salekê bidome. Ji ber ku xeta boriyê ya li derveyî kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare were bikaranîn. Hikûmeta Iraqê vê xetê nûjen bike jî divê bi Herêma Kurdistanê re li hev bike. Ji ber ku xeta boriyê herî dawî ji Pêşxabûrê derbas dibe.’’

ÎDÎAYA LIHEVKIRINA BI BP’Ê RE

Tê gotin piştî 16’ê Cotmehê di navbera Îran-Iraq û Tirkiyê de li ser îxrac û îthala petrolê plan têne danîn û tê xwestin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li derve were hiştin.

Li gel vê, li derveyî planên Iraq, Îran û Tirkiyê tê gotin ku bi şîrketa petrolê ya BP’ê ya Ingilîstanê re jî peyman hatine danîn. Çapemeniya Başûrê Kurdistanê û Ereb pir cih dide van îdîayan.

Beriya 16’ê Cotmehê ji Kerkûkê ji 5 kanên petrolê rojê 450 hezar warîl petrol dihate derxistin. Ji kanên Bay Hesen û Hawana rojê 300 hezar warîl petrol bi Xeqta Boriya Petrolê ya Kurdistanê diçû Pervana Ceyhanê ya Tirkiyê. Petrola ji kanên dî jî diçû ser rafînerên Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Rojene petrolê didine rafîneran. Rafîneya Kelekê rojê 40 hezar, Bazyan 30 hezar, Kerkûk 30 hezar û rafîneya Bexdayê jî rojê 20 hezar warîl petrol dide.

300 hezar warîl petrolê ji Bay Hesen û Hawan diçû pervanên Ceyhanê jî li derveyî plana îxracê dima.

Di kanên navborî de beriya niha şîrketa Kar dixebitî. Ahmed Askerî diyar kir şîrket ji bo ku dîs kar bike hewl dide.

Rayedarên şîrketê diyar dikin ji bo ku ew dîsa li kanên Bay Hasan û Havana bixebitin hewldanên wan ti encamê jê dernayên.

Pisporên enerjiyê destnîşan dikin ku kişandina xeta petrolê ya Kerkûk-Îranê zehmet e, herêmên xeta petrolê lê bê danîn divê ewle bin û dibêjin, "Herêma ku xeta petrolê jê derbas dibe, ewle nîne. Her wjiha ji aliyê jeolojîk ve jî lê nayê, ji ber ku herêmeke çiyayî ye."

Di pêşnûme qanûna budçeya Iraqê ya sala 2018'an de hat hesabkirin ku warîla petrolê wê 43 Dolar be, rojane 3 milyon û 888 hezar warîl bên îxraçkirin û ev jî wê were wateya hatineyek ji 72 milyar Dolarî.

Di nava vê hejmara qala wê tê kirin de 250 hezar warîl petrola Herêma Kurdistanê û 300 hezar warîl petrola Kerkûkê jî hene.

Lê belê yekane rêya îxrackirina 550 hezar warîlên petrolê, lûleya petrolê ya Kurdistanê ye.

Dr. Bewar Hinsî diyar dike ku eger hikumeta Iraqê nikaribe bi hikumeta Herêma Kurdistanê re li hev bike wê di budçeya 2018'an de pirsgirêkên cidî rû bide û dibêje, "Sererastkirina xeta Kerkûk-Ceyhanê herî kêm wê salekê bidome. Her wiha divê hikumeta Herêma Kurdistanê jî erê bike. Maliyeta birina petrola Kerkûkê bi tankeran ji bo Îranê bi 4 qatan ji ya xeta petrolê zêdetir e."