Tecrîda li ser Ocalan wê dawî li rejîma faşîst bîne

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Şengalê gotin, tecrîda li ser Ocalan wê dawî li Erdogan û rejîma wî ya faşîst bîne.

Nerazîbûna li tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Şengalê bang li her kesî kir ku têkoşînê geş bikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li çiyayê Şengalê, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN, DAGIRKERÎ NAQEDE

REŞÎT BOTAN: Armanca bingehîn a vê tecrîdê, di şexsê Rêber Apo de tecrîdkirina gelê Kurdistanê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Di vê pêvajoyê de destketiyên gelê Kurd roj bi roj zêde dibin û ev rewş bûye tirsa dilê faşîzma Erdogan. Lewma, rejîma faşîz a TC dixwaze di şexsê Rêberê me de vîna gelê Kurd desteser bike. Ji bo şikandina vê xeleka tecrîdê, di serî de gerîla û gelê me yê welatparêz divê hemû gelên Rojhilata Navîn bikevin nava liv û tevgerê. Het aku tecrîd neyê şikandin, wê dawî li dagirkeriya li Kurdistanê neyê. Pêwîste têkoşîn heta dawiyê bê dayin û em Rêber Apo azad bikin.

ERDOGAN XWE DIXAPÎNE

ŞOREŞ MÛKRIYAN: Ji Erdogan heye ku bi rêya tecrîdê dikare encamê bigire, lê xwe dixapîne. Çek, hêza leşkerî û zilma Erdogan wê nikaribin wî rizgar bikin Weke milîtanên Rêber Apo em ê heta dawiyê têbikoşin û dawî li vê esaretê bînin.

WEKE MILÎTANÊN FEDAYÎ EM Ê TI CARÎ QEBÛL NEKIN

ARÎN ROJHILAT: Weke milîtanên Rêber Apo, em amade ne ku canê xwe feda bikin. Em bi ti awayî tecrîdê qebûl nakin. Bila Erdogan û rejîma wî ya faşîst bi vê zanibin; bi hezaran fedayî amade ne ku xwe feda bikin. Divê gelê me yê welatparêz li pêşberî vê tecrîdê bêdeng nemîne û têkoşînê geş bike.