Tecrîda li ser Ocalan divê tavilê were rakirin

Greva birçîbûnê ya li Wanê, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, bi koma duyemîn dewam dike. Çalakger dixwazin tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin.

Greva birçîbûnê ku ji aliyê nedamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ve hate destpêkirin, rêxistina DBP'ê ya navçeya Rêya Armûşê dewr girt. Welatiyên ketin greva birçîbûnê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

'AZADIYA OCALAN AZADIYA HEMÛ GELÊN BINDEST E'

Greva birçîbûnê li avahiya DBP'ê ya bajarê Wanê dewam dike. Ji çalakgeran Kadîr Ertaş axivî û bi bîr xist ku bi salane tecrîdeke giran li ser Ocalan heye. Ertaş destnîşan kir ku divê Ocalan tavilê azad bibe û got, "Azadiya Ocalan tê wateya azadiya hemû gelên bindest. Ji bo ew ji zindanê derkeve, pêwîsti bi çi hebe divê ew were kirin. Di vî warî de lazim e gel têbikoşe."

'DIVÊ OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'

Welatiyê bi navê Alî Beyaz jî anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe ew ketiye greva birçîbûnê û da zanîn ku ev du sal in Ocalan nikare parêzer û malbata xwe bibîne. Beyaz got, "Ev 2 sal in kes agahiyê ji Birêz Ocalan nikare bigire. Li gel rakirina tecrîdê di vê Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Di serî de CPT em bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku derhal bikevin nava liv û tevgerê."

'AZADIYA WÎ AZADIYA CÎHANÊ YE'

Edîbe Babûr jî diyar kir ku ew gelek tiştan deyndarê Ocalan in û destnîşan kir, ku wezîfe û armanca sereke ya jinan azadiya Ocalan e. Babûr da xuyakirin, ku ji bo azadiya Ocalan divê cîhan tev rabe ser piyan û got, "Azadiya wî azadiya cîhanê ye. Azadiya jinê bi wî dest pê kir. Ji bo Ocalan azad bibe, em ê bi her awayî çalakiyan bikin. Ligel Rewşa Awarte jî wê têkoşîna me bidome."

'EM JIN BI WÎ RE AZAD BÛN'

Eynî Atabay jî wiha axivî: "Em jin bi wî re azad bûn. Beriya Ocalan em azad nebûn. Em civakeke girtî bûn. Feraseta 'jin tenê dikare li malê be' serdest bû. Me bi rêya wî Xwe dît û azad bûn. Wî em, kir civakeke azad. Em ê jî çalakiyên xwe bidomînin ji bo ew azad bibe."