'Tecrîda li Îmraliyê li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye'

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yûrdûsev Ozsokmenler ragihand, ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike û hişyarî da ku ev rewş gelekî giran e.

Tirs û fikarên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Li gelek welatan Kurdistanî bi van fikaran dadikevin meydanan. Wezareta Edaletê ya Tirk heta niha bersiv nedaye daxwaza hevdîtinê ya Heyeta Îmraliyê. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yûrdûsev Ozsokmenler mijar nirxand û anî ziman, ku ji şertên jiyanê û tenduristiya Ocalan dewlet berpirsyar e. Ozsokmenler got, "Têkiliya Birêz Ocalan bi her kesî re hatiye birîn. Li gorî qanûnên me, mehkûmiyeteke bi vî rengî nîne. Bi rêya weşandina nûçeyên li ser tenduristiya wî, eşkere ye bê dixwazin çi bikin. daxuyaniya Dozgeriya Bûrsayê ne ji bo me ne jî ji bo gel bûye bersiv. Divê tavilê heyet, parêzer an jî malbat biçe Îmraliyê û mercên tenduristî û jiyanê yên Ocalan li cih bibîne."

'AKP HEWL DIDE PÊŞÎ LI ŞOREŞA ROJAVA BIGIRE'

Ozsokmenler bi bîr xist, ku AKP'ê niha li dijî her kesî şer ragihandiye û ev nirxandin kir: "Her roj karker dimirin, hikumetê li dijî karkeran şer îlan kiriye. Hejmara jinên tên kuştin her roj zêde dibe, hikumetê li dijî jinan şer ragihandiye. Şerê li dijî Kurdan dewam dike, hikumet li dijî Kurdan şer dike. Timî gef li rewşenbîran tê xwarin, ji kar tên derxistin, akademîsyen tên girtin, hikumetê li dijî rewşenbîran şer ragihandiye. Parêzvanên mafên mirovan tên binçavkirin û girtin, hikumetê li dijî wan şer ragihandiye. Yanî hikumetê li dijî her kesên dengê xwe derdixîne, rexne dike, şer îlan kiriye. Rewşeke şer û şîdetê niha serdest e. Qîma xwe bi vê jî neanî. Li hemberî gelên li Rojhilata Navîn jî şer dike. Li dijî Rojava şer dike, lewma kete nava Îdlibê. Leşker şand welatên din. Li rêyên astengkirina Şoreşa Rojava digere. Lê belê ev mesele ne tenê li Rojava ye. Dema mijar Kurd be, di referandûma li Başûrê Kurdistanê de jî helwesta hikumetê bi zelalî eşkere bû. Duh bi Barzanî re xweş li hev dikirin, îro li hemberî hev radibin. Li dijî Ewropayê ji xwe şer dike. Yanî li pêşberî hikumeteke welê ya faşîst heye ku hewl dide desthilatdariya xwe ya tekparêz li ser kaos, şer û şîdetê ava bike."

'XETEKE BERXWEDANÊ DIVÊ'

Ozsokmenler destnîşan kir, ku faşîzma li Tirkiyeyê bi berxwedanê dikare ji holê were rakirin û got, rêya aştiyê jî şikandina tecrîda li ser Ocalan e. Ozsokmenler got, "Tecrîda li Îmraliyê êdî li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûye. Li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hene, zext hene, lixwekirina kincê ji yek tîpî ketiye rojevê, pirtûk ji girtiyan re nayên dayin, rojname û hevdîtin tên qedexekirin. Hema bêjin, tecrîda li Îmraliyê li nava hemû girtîgehan û civakê hatiye belavokirin. Pêwîste dawî li vê were anîn. Beriya her tiştî, ji bo zelalkirina mercên jiyanê û tenduristiya Birêz Ocalan divê parêzer, malbat û heyet biçe wê derê. Di vî warî de lazim e ew daxuyaniyê bidin. Ya ku bersivê bide daxwaza gel ev e. Xala duyemîn jî ew e, ku divê li dijî zext û zordariyê xeteke berxwedanê bê destnîşankirin. Divê mirov li ber van zext û zordariyan rabin."

Ozsokmenler li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan ev hişyarî da: "Di mijara mercên jiyanê û ewlekariya Birêz Ocalan de tevahiya gelên Rojhilata Navîn gelekî hesas in. Eger nêrîneke hikumetê ya li ser vê mijarê nebe, divê tavilê dev jê berde. Ji ber ku ev yek wê hem Rojhilata Navîn hem jî Tirkiyeyê biavêje nava agirekî mezin. Ji ber vê yekê divê heyet bi xwe biçe Îmraliyê û rewşê bibîne. Hem gel hem jî partiya me di vî warî de hişyar in. Dixwazin ku rastiya vê mijarê tavilê bê eşkerekirin."