RÊZENIVÎS II

Tebqa ku di menzîla şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezaba Firatê de ye

Bi rizgarîkirina Tebqa û bendavê korîdora ku diçe Helebê wê were girtin. Xeta ku dewleta Tirk desteka lojîstîk û leşkerî dide DAIŞ û ‘Koalîsyona Netewî ya Sûrî’ (KNS) wê were girtin. DAIŞ bi vî rengî bi temamî wê bikeve pêvajoya nemanê.

GIRINGIYA STRATEJÎK A TEBQA

Bidestxistina Reqa ku bihurîneke herî girîng a têkiliyên herêmî ye li gel serdestiya psîkolojîk tê wateya bidestxistina serdestiya siyasî û leşkerî jî. Lê beriya Reqayê ya girîngtir bajarê Tebqa û bendav heye. Serkeftina li Tebqa û bendavê wê korîdora diçe Helebê bigire. Xeta ku dewleta Tirk desteka lojîstik û leşkerî dide DAIŞ û KNS’ê wê were girtin. DAIŞ bi temamî wê bikeve pêvajoya nemanê.

Girtina vê xetê wê encameke wiha bi xwe re bîne ku çeteyên DAIŞ û KNS’ê li deverên ku dagir kirine derbên giran bixwein. Helbet wiha wê dewleta Tirk jî derbê bixwe. Bi azadbûna Tebqayê re çeteyên DAIŞ’ê bi temamî wê ber bi nemanê ve biçin. QSD jî bi azadkirina Tebqa û bendavê wê careke dî hevsengên siyasî û leşkerî yên heyî yên li Sûriyê careke dî bihejîne û di herdu qadan de jî wê bi ser bikeve.

Kurd bi Şoreşa Rojava re wê xakên xwe û gelên ku bi hev re dijîn, komên baweriyê ji  bo ku ji çeteyên wekî DAIŞ, Ehrar El Şam, Sultan Murat biparêze wê gaveke girîng bavêje. Bi vî rengî jî êrîş û talokeyên li ser Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku ji gel û baweriyên cihê pêk tê, wê bi asteke mezin tine bike.

Her wiha Kurd bi berdêlên giran ên ku dane wê li Rojava û Sûriyê bi gelên ku bi wan re dijîn li ser

DAIŞ LI BAJÊR SÎSTEMA XWE YA ŞERÎETÊ AVA KIR

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku bajar bi temamî dagir kirin bi hikûmeta xwecih û xebatkarên berê re li gor xwe sîstemek ava kir. Li bajêr li gorî vê sîstemê yasayên şerîetê anîn, dadgehên şerîetê, polîsên şerîetê, asayîşa şerîetê bi sazûman kir. Li çi devera ku dagir kirî ‘wali’yek danî. Dîsa her waliyek ji van ji hêla emîrên ku ji xizmeta rêveberiyê berpirs ve hatin destekkirin. Îro xwedêgiravî waliyê çeteyên DAIŞ’ê yên li Tebqayê dîsa di nav vê çarçoweyê de ji hêla emîrên herêmê ve têne destekirin.

Li Tebqayê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ye berxwedana li dijî kirinên çeteyan û protestokirina polîtîkayên wan hema bibêje ne pêkan e. Gelek kes ji ber sedema kirinên ku li gorî wan sûc e hatine cezakirin. Li ber çavê gel seriyan jêdikin, êşkene dikin, rec dikin û dar ve dikin.

Ji  ber vê jî ên li majêr mane, ji ber ku dikarin xwe bigihînin ewlehiyê, cureyek hiqûqê, xizmet û zad xwe li ber jiyana çeteyên DAIŞ’ê berdane. Lê di dema dawî de ji ber ku bombekirinên hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE’yê û Rûsyayê enerjî û ava wan hate tinekirin. Jiyan ji bo sivîlan girantir bû. Mînak ji bo ku tesîsên petrolê û rafînerî gelek jê hatin bombekirin kêmasî sotemeniyê derket.

LI TEBQAYÊ JIYANA JINAN

Xwedêgiravî yekîneya asayişyê ya bi navê Tûgaya El Hansa ku çeteyên DAIŞ’ê ji jinan pêk aniye, li kuçeyan cil û bergên jinan kontrol dike.

Gelek jinên ku di vê tugayê de peywirdar in hevserên endamên çeteyê DAIŞ’ê ne. Peywira van jinan ku di vê tugayê de cih digirin ew e ku kesên ku li gorî yasayên cil û bergan naçine ceza bikin û êşkenceyê li girtiyên jin bikin.

Jin ji serî ta b pê, heta bi gwîzekê divê hemû bedena xwe binixumînin û divê çarşefa reş bi kar bînin. Destûr nîn e ku jin û jinên ciwan bêyî ku li cem wan nasên wan ên mer hebin (bi giştî bav, bira yan jî hevser) derkevin. Jin jî ji ber van sedeman ji bo ku zor li wan neyê kirin ku bi endamên çete re bizewicin, li şûna ku derkevin kuçeyê di malên xwe de asê dimînin.

Hevjînên endamên çete yên DAÎŞ’ê dema ku têne kuştin bi endamekî dî yê DAIŞ’ê re têne zewicandin. Endamên çete jinan weke koleyên zayendî bi kar tînin.