RÊZENIVÎS I

Tebqa: Bajarê li benda şervanên azadiyê ye

Ji bo rizgarkirina Tebqa û Reqayê demeke kin ma. Yek ji cihên herî stratejîk ên herêmê Tebqa ye. Me bal kişand ser girîngiya Tebqayê ji bo hemû hêzên li herêmê.

Ji bo rizgarkirina Tebqa û Reqayê demeke kin ma. Yek ji cihên herî stratejîk ên herêmê Tebqa ye. Me bal kişand ser girîngiya Tebqayê ji bo hemû hêzên li herêmê.

BAJARÊ TEBQA

Tebqa bajarek e ku li qiraxa Çemê Firatê ye. Bi 50 kîlometreyan dûrî Reqayê, bi 100-115 kîlometreyan jî dûrî Helebê ye.

Tevî ku ne zelal e jî, tê texmînkirin ku nifûsa bajêr 70-80 hezar e. Lê belê bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê hem mirovan koçî vî bajarî kirin, hem jî ji vî bajarî koçî derve kirin.

Tebqa di navbera salên 2011-2014'an de di nava dagirkeriya komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de ma. Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûiryeyê ji bajêr derxistin û bajar xistin destê xwe.

BENDAVA TEBQAYÊ

Bendava Tebqayê li ser Çemê Firatê ye. Bi 60 metreyan bilind û 4.5 kîlometreyan jî dirêj e. Mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye. Bi alîkariya ji Yekîtiya Sowyetan wergirtî re Bendava Tebqayê di sala 1973'an de temam bû.

Di sala 1968'an de bi destpêkirina karê çêkirina bendavê re, li herêmên derdora bajarê Tebqayê, ku wê ava gola bendavê bandor lê bikira, bi hewldaên navneteweyî re kolandina arkeolojîk lê hat kirin. Li gorî hin çavkaniyên ji Sûriyeyê, di encama vê kolandinê de gelek berhemên dîrokî hatin derxistin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Gola Esed, ku gola bendavê ye, mezintirîn çavkaniya avê ya li Sûriyeyê ye. Santrala hîdroelektrîk a ku bi bendavê re hat çêkirin, di sala 1977'an de temam bû. Bi vî rengî, elektrîk gihaşt hemû gundên El Cezîre yê li rojhilatê Firatê.

Bendava Tebqayê elektrîkê dide bajarên mezin ên weke Hama, Hûms, Heleb û Şamê. Lê belê ji ber ku bendav ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, elektrîk ji van bajaran re nikare were dayîn.

PÊKHATEYÊN TEBQAYÊ

Bi dagirkerî û talana Mogolan re gelê xwecihî yê li bajêr hatin derxistin, li şûna wan eşîrên Bedewî û piştre jî Çeçen hatin bicihirin.

Li bajêr hebûna eşîran û têkiliyên eşîran gelekî xurt in. Mîna li Reqayê, li bajarê Tebqayê jî nifûsa Sûnî-Ereb zêde ye. Têkiliya van Sûnî-Ereban bi eşîrên Sûnî-Ereb ên li rojavayê Iraqê heye.

Di dema dagirkeriya çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê di navbera salên 2011-2014 û di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de, êrîş û komkujiyên li ser Kurdên li Şehba, li Rojava zêde bûn. Tebqa jî bû navenda van êrîş û komkujiyan.

GIRÎNGIYA TEBQAYÊ

Bajarê Tebqayê, ku berê rêyên bazirganiyê yên navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Mûsil û Bexda yên Iraqê bi hev ve girê dida û xwedî girîngiyeke stratejîk bû, bi çêkirina bendava Tebqayê re girîngtir bû.

Guhertina herî mezin a li Tebqayê di salên 1968-1970 de rû da. Li bajêr, li ser Çemê Firatê bendaveke gelekî mezin a hîdroelektrîk hat avakirin. Projeyên çandiniyê yên mezin ên li herêmê û bi deh hezaran kesên li bajarên din ên Sûriyeyê ji xwe re li firsendeke nû digeriyan, berê xwe dan Tebqayê.

Tevî ku vê rewşê demografiy herêmê û bajêr bi demê re guherand, bajar her tim cewhera xwe parast. Hemû rêyên berê wan li bajarên Sûriyeyê ne, li vî bajarî digihêjin hev. Di ser Tebqayê re mirov bi hêsanî xwe digihînin Reqa, Dêra Zor û Iraqê. Yek ji mezintirîn sedemên dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li vê derê, ev e. Çeteyên DAIŞ'ê vê derê qaşo weke Medîne îlan dikin.

GIRÎNGIYA ABORÎ YA TEBQAYÊ

Tebqa li navenda navendên bazirganiyê yên herêmê; Heleb, Riha, Dîlok, Bexda, Mûsil û Tehranê ye.

Ji bo çeteyên DAIŞ'ê, ku piştî têkçûna li Kobanê bi lez û bez tine dibe, Tebqa tê wateya man û nemanê. Weke ku tê zanîn, çeteyên DAIŞ'ê Reqayê weke dilê xwe dibînin. Herêma herî stratejîk ku Reqayê xwedî dike, bêguman bajar û bendava Tebqayê ye.

Çeteyên DAIŞ'ê piraniya hatineyên xwe yên aboriyê bi bazirganî û firotina petrolê di ser vê xetê re bi dest dixin. Bêguman xurtbûna ji aliyê aborî ve, faktorekî girîng ê diyarkeriya li herêmê ye.

Tebqa yek ji rêgeh û navendên ku çeteyên DAIŞ'ê di ser re petrolê difiroşe Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê, lewma gelekî girîng e. Çeteyên DAIŞ'ê bi saya dewleta Tirk û PDK'ê, di ser Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê re petrol digihand bazara cîhanê.

Ji ber vê yekê, dikare bê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê çekên xwe bi saya çavkaniya pereyan a li vê derê tedarik dikirin.