Taşdemîr: YNK bi vê biryarê zerarê dide yekîtiya neteweyî

Parlamentera HDP'ê Taşdemîr bi bîr xist ku Tevgera Azadî li gorî qanûnên Iraqê partiyeke fermî ye û li ser bingeha demokrasî û aştiyê tevdigere. Taşdemîr got, "YNK'ê bi vê biryarê re yekîtiya neteweyî birîndar kiriye û divê YNK'ê li xeta Mam Celal vegere.

Hikumeta Herêma Kurdistanê 25'ê Mijdarê bi daxuyaniyekê diyar kir, wê partî û rêxistinên ku fermiyeta wan nîne bigirin. Piştî vê biryarê hêzên asayîşê yên ser bi YNK'ê, 4 buroyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê girtin. Li dû girtina buroyên Tevgera Azadî, sefîrê Tirk ê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay spasiya hikumeta Herêma Kurdistanê kir û Tevgera Azadî jî weke 'terorîst' bi nav kir.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, têkildarî girtina buroyên Tevgera Azadî axivî û got, divê YNK li ser xeta Mam Celal bimeşe.

'EV BIRYAR YEKÎTIYA KURDAN BIRÎNDAR DIKE'

Taşdemîr bi bîr xist, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li gorî qanûnên Iraqê partiyek fermî ye û xebateke siyasî li ser bingeha demokrasî û aştiyê  dimeşîne. Taşdemîr da zanîn, bûyer û rageşiyên li Rojhilata Navîn diqewimin destketiyên gelê Kurd dikin hedef û wiha axivî: "Biryara girtina buroyên Tevgera Azadî jî xizmetê ji dagirkeran re dike. Biryara girtina Tevgera Azadî biryarek ji rêzê nîne, gelekî balkêşe ku berî sê salan ji bo fermiyetê Herêma Federal a Kurdistanê serlêdan kiriye, lê heta niha ti bersiv negirtiye. Biryara girtina buroyên Tevgera Azadî, hewldanek birîndarkirina yekîtiya Kurdan e û ev biryar zerarê dide Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd li çar aliyên welat. Daxwaza sereke ya gelê Kurd ji siyaseta Kurd pêkanîna yekîtiyê ye û ji bo vê yekê divê rêxistin û parityên Kurdan neyê listîkên dagirkeran."

'DIVÊ EM NIRXÊ NETEWEYÎ BIPARÊZIN'

Taşdemîr anî ziman, divê hikumeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hiqûq û edaleta xwe bi pêş bixe û hiqûqa herêmê ji bo berjewendiyên dagirkeran bi kar neyne. Taşdemîr got, divê PDK û YNK dest ji hişmendiya malbatî û eşîrtiyê berde û ji bo berjewendiyê gel bixebitin. Taşdemîr bilêv kir, divê hikumeta herêmî nirxê neteweyî ji xwe re esas bigire û got, "Li her aliyên welat destketiyên Kurdan di hedefa dagirkeran de ye. Li ku derê destketiyên Kurdan hebe li wê derê êrîş hene. Divê Kurd neyên listîkan û xwedî li destketiyên xwe derkevin. YNK bi vê hewldanê zerarê dide yekîtiya neteweyî. Divê YNK li xeta Mam Celal bimeşe."

'TIRKIYE DIXWAZE LI HER DEVERÊ TÊKOŞÎNA KURDAN BIFETISÎNE'

Taşdemîr da xuyakirin, divê mirov di vê biryarê de rola Tirkiyeyê bibînin û got, "Serokkomarê Tirkiyeyê ferman da û li Başûr seferetxane kete dewrê. Roja 29'ê Mijdarê nûnerê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay destxweşî li desthilat û hikumeta Herêma Kurdistanê kir û Tevgera Azadî weke 'terorîst' bi nav kir. Li Tirkiyeyê çawa ku diwazin têkoşîna Kurdan bifetisîne, vê yekê li her devera Kurdistanê dixin dewrê. Tenê dagirkerên li Kurdistanê sûd ji vê biryarê wergirtine. Divê komên partiyan ên li Parlamenta Iraqê û Herêma Kurdistanê li dijî vê xwedî helwest bin. Divê hikumeta Iraqê jî bêdeng nemîne û xwedî li hiqûqa xwe derkeve."