Talebanî: Êrîşa Erbetê sûcekê eşkere yê binpêkirina sînoran e

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî êrişa li ser Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê şermezar kir û got ku ev êrîş sûcekê eşkere yê binpêkirina sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî êrişa li ser Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê şermezar kir û diyar kir ku sûcekê eşkere yê binpêkirina sînorê Herêma Kurdistanç û Iraqê ye û got: “Ev êriş di çarçoveya planên armanc girtina aramî û îstiqrara Herêma Kurdistanê û bi taybet jî sînorê Silêmaniyê ye.”

Talebanî got: “Li hember binpêkirinên dubare, erkê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye ku bi hev re li dijî gef û pirsgirêkên ewlehiyê têbikoşin û Kurdistanê ji dijminan biparêzin.”

Di dewama daxuyaniyê de Bafil Talebanî wiha got: “Di serî de sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdên qehreman yên Dijî Terora Kurdistanê ku şehîdên aramiya Kurdistanê ne, dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Em bang li hikûmeta Iraqê jî dikin ku erkê xwe yê destûrî û niştimanî ji bo parastina xak û esmanê Iraqê û Kurdistanê jî di nav de bicih bîne û êdî bi tu awayî rê nede van êriş û binpêkirinan.”

Talebanî got; “Ez bang li hemû dostên xwe, welatên cîhanê û hemû azadîxwazan dikim ku helwestek cidî nîşan bidin û li dijî van kiryarên terorîstî bibin yek. Em Kurdên ku di van salên borî de di şerê li dijî terorê de di eniyên herî pêş de cih girtine û berdêlên mezin dane, nabe êrişê terorî yên bi vî awayî li dijî wan bê kirin.”

Serokê YNK’ê di dawiyê de diyar kir ku ew ê bi hev re êrîşan ji holê rakin, bi yekitiyê aramiyê li Herêma Kurdistanê pêk bînin û li dijî hemû cûre êriş û aloziyan têbikoşin.