Talankerê derewîn!

Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû ku dest daniye ser şardariyê, bi wêneyên şaredariyên DBP'yî re propaganda xwe dike.

Waliyê Tirk ê li Wanê Mûrat Zorlûoglû ku dest daniye ser şaredariya bajêr, li ser hesabên xwe yên medya civakî bi navê 'Xizmetên xwe' wêneyên xizmetên ku di dema şaredariya DBP'yî de hatin kirin weşand. Talanker Zorlûoglû piştî ku bêhemdî wêneyekî ku serokên DBP'yî yên daîreyê jî di nav de bûn ên ji kar hatin derxistin weşand, derewa wî eşkere bû.

Şerîf Kayalik ku Walitiyê Tirk wêneyê wî bi kar anî got, "Karê ku wêneyên wê hatin weşandin, projeya me ya avdanê ne ku li navçeyên Saray, Elbak, Miks, Rêya Armûşê, Şax û Payîzavayê ne. 80 ji sedî yê van projeyan sala 2016'an qediyan. Qeyûm tiştek nekiriye. Qeyûm tevî derdora xwe, gelê Wanê dixapîne."