Talana li Nisêbînê dewam dike

Hêzên dewleta Tirk ên li taxên Zeynelabîdîn û Kişla yên Nisêbînê dest bi xerakirina xaniyên welatiyan kirin, vê talanê li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê dewam dikin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, 'qedexeya derketina derve' ku di 14'ê Adarê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate ragihandin, li 6 taxên navçeyê dewam dikin ku piraniya nifûsa navçeyê li van taxan e. Di çarçoveya vê qedexeyê de, çi xaniyên ji ber êrîşa bi tank û topan zerar dîtine, çi jî yên tiştek pê nehatine, tên xerakirin. Hêzên dewleta Tirk xaniyên li taxên Zeynelabîdîn û Kişlayê xerakirin û talana xwe ya li vir qedandin. Talan û wêraniya li taxên Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê bi mehan e dewam dikin. Tevî ku li taxên Zeynelabîdîn û Kişlayê talan qediya ye jî, balkêş e têlên li dora van her du taxan hatine rêsandin, nehatine rakirin. Destûr ji welatiyan re nayê dayîn ku biçin goristana li vê herêmê. Li çar taxên navçeyê maşînên kar ên dewleta Tirk xaniyên welatiyan bênav xera dikin.

Li herêma Sîteya Sanayî ku xirbeyê xaniyên taxên hatin hilweşandin lê hatine rijandin, roja 18'ê Cotmehê, welatiyên bi navê Hamît Çevîk (23) û Kadrî Barak (14) dema xurde didan hev, teqînekê rû da û ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dan. Roja 23'ê Tebaxê jî li taxa Zeynelabîdînê, ji ber teqîna cismekî pê dilîst zaroka bi navê Fehîme Kûrûmaz (12) jiyana xwe jid est da, xwişka wê Dîlan Kûrûmaz (13) jî ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Herî dawî roja 6'ê Kanûnê, ji ber teqîna li nava xirbeyên xaniyan ên li dora salona sporê ya li ser rêya Îpekê, Bayram Îlîk (44) jiyana xwe ji dest da, Gulamî Arar (36) û Mehmet Saît Çîçek (19) jî birîndar bûn.